Li Amedê deklarasyona 1’ê Îlonê: Ji bo çareseriyê berpirsyartiyê li xwe bigirin

AMED - Rêxistinên civaka sivîl û demokratîk ên Amedê bi boneya 1’ê îlonê deklarasyonek parve kirin û bang li hemû derdoran kirin ku di mijara çareseriya pirsgirêka kurd de li xwe berpirsyartiyê bigirin. 

Li Amedê 328 rêxistinên civaka sivîl, kar, ked û pîşeyî Deklarasyona Aştiyê ya bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê amade kirin, li Qada Şêx Seîd a navçeya Sûrê eşkere kirin. Pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê û nûnerên saziyên deklarasyon îmze kirin tev li bûn. 
 
Serokê Baroya Amedê Nahît Eren deklarasyon xwend. Eren, got ku armanca esasî ya mirovan ew e ku jiyaneke bêtirs, biewle û birûmet bijîn. Eren, anî ziman ku li cîhaneke bêyî şer û jiyaneke aştiyane mafê sereke ye û wiha domand: “Lê belê li pêş çavên civakên navneteweyî, li gelek deverên cîhanê şer, pevçûn û tundî heye û ev êş û bêrehmiye bi hemû wêraniya xwe didome. Tenê di nava 10 mehan de li Filistînê zêdetirî 40 hezar kesan ji ber êrişan jiyana xwe ji dest dan. Mîna her carê, van êrişan herî zêde bandor li jin û zarokan kir. Tevî van rewşên neyînî jî em ê li dijî şer, mafê xwe yê aştiyê biisrar biparêzin.” 
 
‘BENDEWARIYA JI BO ÇARESERIYÊ DIDOME’ 
 
Di berdewamê de Eren bi lêv kir ku weke civakeke êş û wêraniya şer, pevçûn û tundiyê pir zêde jiyayîn, baş di ferqa hewcehî û girîngiya aştiyê de ne û wiha pê de çû: “Di demên berê de ji bo çareseriyên demokratîk ên meseleya kurd, çendek pêvajo hatin destpêkirin û civakên me girîngiyeke mezin pê dan. Lê mixabin ev pêvajo li gorî daxwaza civakê encamgir nebûn. Tevî ku pevçûn, operasyon û bûyerên tundiyê dîsa hatin destpêkirin jî, tevahiya civakê bi hêviya aştiyê, guftûgoyê û muzakereyan e û vê hêviya xwe bi baweriyeke xurt didomîne û diparêze.” 
 
DIVÊ MECLIS BERPIRSYARTIYÊ LI XWE BIGIRE
 
Eren, bi bîr xist ku rêxistinên civaka sivîl, kar û pîşeyî yên di meha sibatê de li Amedê hatin gel hev, têkildarî pirsgirêka kurd tespît û bangawazî kirine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hat tespîtkirin ku sedema tengijîna di pêşketina demokratîk a welêt de û krîza aborî ya heyî, yekser girêdayî israra di neçareserkirina pirsgirêka kurd de û polîtîkayên ewlekariyê ye. Hat destnîşankirin ku divê îradeyeke çareseriyê ya nû were avakirin, çek bêdeng bibin, astengiyên li pêşiya rolên aktoran bên rakirin û bi taybet jî TBMM di vê meseleya êşbar de ji bo çareseriyê berpirsyartiyê li xwe bigire.” 
 
Bi domdarî Eren bi lêv kir ku tundî, operasyonên çekdarî û nêzikatiyên ewlekariyê li şûna çareserkirina pirsgirêka kurd, pirsgirêk hêj kûrtir kiriye. Eren, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Israra di van polîtîkayên ewlehîperestiyê de zirar da aştiya civakî û pêkvejiyanê. Ev yek di pratîkê de hatiye dîtin.” Eren, bal kişand ser zextên di demên dawî de yên li dijî çand û zimanê kurdî û ev tişt anî ziman: “Girtin, binçavkirin û cezakirina kesên li ber stranên kurdî govendê digerînin a bi îdiaya propagandaya rêxistinê, di çarçoveya çareseriya pirsgirêka kurd de nîşan dide bê ka kesên ji naskirina mafên kolektîf, sosyal û siyasî direvin di nava xeletiyeke çawa de ne.”
 
Eren, got ku ew dibêjin “Ji bo Aştiyê êdî bes e” û axaftina xwe wiha qedand: “Divê rojeva sereke û herî girîng a Tirkiyeyê aştî be. Lewma jî divê pêvajoyeke ku nîqaşên li ser aştiyê tên kirin were avakirin û ji bo vê bi hemû berpirsyaran re pêwendî bên danîn. Ev yek erk û berpirsyariyeke li dijî civak û welêt e. Di vê çarçoveyê de em bang li hemû aktor û dînamîkên civakî û siyasî dikin ku ji bo pirsgirêka kurd bi rêbazên aştiyane û demokratîk were çareserkirin û rewşa şer bi dawî bibe, berpirsyartiya xwe bi cih bînin.”  
 

Sernavên din

05/09/2024
21:24 Li Wanê şahiya zarokan
18:15 Hewldana Edeletê ya li Dijî Tecrîdê: Em Tirkiyeyê vedixwînin edeletê
16:43 OHD çû serdana kedkarên Çapemeniya Azad
16:31 Qeymeqamê Çiwartayê: Yek jê zarok 3 sivîl li Şarbajarê hatin qetilkirin
16:28 MÎT’ê li Efrînê 3 welatî revand
16:16 Şîna Guzel û Kartal bi girseyî hate ziyaretkirin - HATE NÛKIRIN
15:53 Wekîlê CHP’î ji bo piştgiriyê serdana Şenyaşar kir
15:41 Rapora hilbijêrên kurd: Performansa DEM Partiyê serkeftî ye
15:38 Danişîna doza Akin û Sarisozen hate taloqkirin
15:32 Serokwezîrê nû yê Fransayê bû Barnier
15:28 Li Şarbajêr êrişa bi SÎHA’yê: 3 kes hatin qetilkirin
15:27 Kesên bi SÎHA’yan hatine qetilkirin hatin veşartin: Bêdengî sûc e
15:27 Li Hezexê di şerê ku derketî de zarokekî jiyana xwe ji dest da
15:09 Li dijî girtinan bertek: Hûn nikarin ciwanan bêdeng bikin
14:46 OHD’ê ji bo berdana girtiyê nexweş Kuday bang kir
14:39 Li Behraspî keştiya ku penaber tê de bûn noqî avê bû
13:57 ‘Divê Zindana Amedê bibe Muzeya Bîrê’
12:54 Wesayîta ku karkerên çandiniyê tê de bûn qeza kir: Zarokek mir
12:47 Li Omeryanê liv û tevgera helîkopteran
12:31 Ji bo girtiyê nexweş Kûday serî li AYM’ê û wezaretê hate dayîn
11:50 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:31 Di doza parêzer Arta de dozger xwest cezayê hefsê were dayin
11:20 DBP’ê ji bo Taner Şîrp daxuyanî da: Endamê partiya me nîne
11:05 Tevgera Azadî: “Divê kurd li dijî êrişên SÎHA’yan bêdeng nemînin
11:04 Xebatên lêgerînê yên ji bo Narînê didomin: 12 deqeyên winda tên lêkolînkirin
11:03 Rojnamevan Guleş beraet kir
10:41 Li Îranê rojnamegerekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
10:12 Li komeke cigarê zem hate kirin
10:11 Dermana ji bo dermankirina tiryakkêşan tê bikaranîn nayê peydakirin
09:50 Karkera çandiniyê: Li dijî zehmetiyan ne rev, têkoşîn divê
09:35 Yaklav a berdana wê 5 caran hat taloqkirin: Gava tu kurd bî û polîtîk bî tu nebaş î
09:11 Aktivîsta efxanistanî: Berxwedana jinên kurd ji bo me bû ronahî
09:10 Îmzeyên kampanyaya ‘Na ji darvekirinê re’ ji 14 saziyan re hatin şandin
09:08 Sûka Tarî ya dîrokî ji ber krîza aborî vikûvala maye!
09:07 Xelkê Amedê: Aborî bi pêşhilbijartinê dikare baş bibe
09:05 'Divê cihê kesên 70-80 salî ne girtîgeh bin’
09:03 Bi milyonan xwendekar dê nekarin bi zimanê dayikê perwerde bibin
09:01 Midûriyeta Daristanan birîna daran parast: Li gorî ‘mewzûatê’ ye!
09:00 ROJEVA 4'Ê ÎLONA 2024'AN
04/09/2024
23:13 ‘Em ê bi ‘jin jiyan azadî’yê bersiva polîtîkayên şerê taybet bidin
21:09 Sîncar û Ozdemîr hatin bibîranîn
20:10 Piştî 31 salan hatin berdan
16:44 Çalakiya Emîne Şenyaşar di roja 14’an de didome
16:42 Di êrişa SÎHA’yê de bav û du kurên wî hatin qetilkirin
16:32 Ji ber gerandina ‘govendê’ ceza dan girtiyan
16:25 Erdoganê ku jê re digot ‘kujer’ wî bi merasîma fermî pêşwazî kir!
16:11 Ji bo Girtîgeha Sîncanê serî li ÎHÎK’ê da: Lêgerîn li girtiyan tê ferzkirin
15:44 Li Iraqê di 6 mehan de 421 bûyerên destdirêjî û tûndiyê çêbûne
14:42 Sîncar di 31’emîn salvegera qetilkirina xwe de li ser gora xwe hate bibîranîn
14:28 Uşakov: Tirkiyeyê ji bo endamtiya BRICSê serlêdan kir
14:26 Li Silêmaniyê wesayîtek sivîl hat bombebarankirin: 3 kes hatin qetilkirin
13:05 Kujerê Kîbar ê li dijî birîna daran derketibû, hate girtin
12:52 Girtiyên li Girtîgeha Espiyeyê li dijî binpêkirinan banga hestiyariyê kirin
12:33 ÎSÎG: Di tebaxê de 179 karkeran jiyana xwe ji dest dan
11:57 Îşkenceya li girtiyan anî rojeva Meclisê
11:56 Ji şaredariya DEM Partiyî hin biryarên jinan
11:40 Şirîkên AKP-MHP'ê li Hewlêrê hatin gel hev
11:39 Sê siyasetmedarên ku cezayên wan hatibû erêkirin xistin binçavan
11:13 Bi 8 pirsan biryara ‘mafê hêviyê’ ya têkildarî Abdullah Ocalan
11:00 Roja Mehmet Sîncar hatiye qetilkirin vegotin: Nekarin me biçewisînin
09:47 12 ciwan bi hinceta pankartê ‘Muxatab Ocalan’ e û govendê hatin girtin
09:46 Di lêpirsîna Narîn Guranê de ji roja ewil ve çi qewimî?
09:45 Xwendekar êdî nikarin pirtûkên kevn jî bikirin
09:22 'Divê kurd li dijî êrişan xweparastina xwe bi rêxistin bikin'
09:01 Agahiyê ji 2 kurên xwe yên di destê DAIŞ'ê de nagire!
09:01 Rojnamevan Şengalî: Êrişên qirkirinê bi berxwedanê dikare bê sekinandin
09:00 Berdana girtiyê nexweş ê ‘poşmantî’ qebûl nekir 6 mehan hate taloqkirin
09:00 Endamên mekteba siyasî ya PADÊ: Dibe ku girtibin lê em ê civaka biparêzin
09:00 ROJEVA 4'Ê ÎLONA 2024'AN
03/09/2024
20:14 Êrişî Sîdekanê hat kirin: Kesek hat qetilkirin
20:11 WHO: Li Xezayê 161 hezar zarok hatin aşîkirin
20:09 Li Ezazê îşkence li zarokekê hat kirin
16:11 Bafil Talebanî: Mesrûr Barzanî bêyî YNK’ê nikare bibe rêveber jî
15:58 Rojnameger Arslan giliyê kesên gef lê xwaribûn kir
15:24 Berxwedana Emîne Şenyaşar a li Meclisê di roja 13’an de didome
14:59 Zilamên li jinan xistibûn hatin berdan
14:30 MKG: 6 rojnamegerên jin girtî ne, 25 binpêkirinên mafan derketine pêş
14:00 Bi pankarta ‘Li vir edalet tune ye’ dest bi sala edlî kirin
13:59 DEM Partî: Divê Abdulkadîr Kuday tavilê bê berdan
13:41 Li girtîgeheke Kongoyê hewldana firarê: 129 kes mirin
13:33 Girtî Yîgît: Tundiyê li me dikin
13:31 DÎSK: Em ê di 13’ê îlonê de ji Mêrsînê dest bi mitîngan bikin
12:55 Li dijî kesên li ber birîna daran derdiketin êriş hat kirin: Kesek hate kuştin
12:50 Cenazeyê Heydaranlou piştî 3 salan dan malbatê
11:58 Di şevekê de 24 caran êriş kirin
11:41 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:13 Têkildarî kuştina Luqman 7 kes hatin binçavkirin
11:02 Dema serî li DEM Partiyê da hîn bû ku ew kirine endama AKP’ê
10:44 TUÎK’ê rêjeya enflasyonê daxist ji sedî 51,97'ê!
10:28 Zarokên li Xabûrê dihatin sekinandin li wargehê hatin bicihkirin
10:13 Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter dê heta 10’ê îlonê bidomin
09:52 ENAG’ê daneyên enflasyonê parve kir
09:51 Li Şirnexê ji bo heqê rê zem hate kirin
09:44 Li Girtîgeha Manavgatê tundiya psîkolojîk û gefxwarin
09:43 Li nexweşxaneyê mûameleya nebaş li Kûday kirin: Av nedanê, xwarin avêtin ber wî
09:34 Hewlêr û Silêmaniye hatin bombebarankirin
09:01 Kanên madenê yên li Giyadînê jiyana li herêmê tarûmar dikin!
09:01 'Heya tecrîd bidome wê çalakiyên li girtîgehan jî bidomin'
09:01 Bi ser qedexeya 9 rojan a li Cizîrê re 9 sal derbas bûn
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÎLONA 2024'AN