Xwendinên Azadiyê: Ji bo pêkanîna wekheviya jin-mêr de gelekî girîng e

img

STENBOL - Welatiyên beşdarî "Xwendinên Azadiyê" bûn diyar kirin ku kargeh ji bo pêkanîna wekheviya jin û mêran de veguhertinek afirandiye û ji bo fêmkirina felsefeya Abdullah Ocalan girîng in.

"Xwendinên Azadiyê" ku bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) hatiye destpêkirin, didomin. Di çalakiyê de ji pirtûkên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hin beş tên xwendin û nirxandin. 
 
Welatiyên ku beşdarî kargehên li Stenbolê hatin lidarxistin bûn, qala naverok û girîngiya kargehê kirin.
 
Hevseroka DEM Partiyê ya Sancaktepeyê Ayşe Çîftçî ku beşdarî kargehên xwendinê bû, diyar kir ku wan kargeha xwe ya sêyemîn li dar xistiye û tevlîbûn gelekî baş bûye. Çîftçiyê da zanîn ku wan moral, bawerî û îrade ji rêhevalên xwe yên jin ên têkoşînê wergirtine û got ku pergal azadiya jinê naxwaze, lê bi paradîgmaya ku Abdullah Ocalan afirandie, têkoşîna azadiya jinê şoreş kiriye û li her derê belav bûye.
 
LI DIJÎ PERGALÊ PÊHESANDIN
 
Çîftçiyê da zanîn ku di kargehan de moral û motîvasyona wan zêde bûye û wiha got: "Di komxebatan de li ser esasê wekheviya jin û mêr hatiye gengeş çêbûne û li dijî pergala ku jinan biçûk dixe pêhesandin afirandine." 
 
Çîftçiyê bal kişand ser girîngiya kargehê ya di warê têkoşînê de û got ku divê kergehên bi vî rengî bidomin. 
 
Gulbahar Kurum (26) ku li cihekî taybet karê hesabgêriyê dike, diyar kir ku kargeh gelekî berhemdar bûye. Kurumê anî ziman ku li ser şer û polîtîkayên tecrîdê yên li hemberî gelê kurd tên meşandin gotarên ronakbîrî hatine xwendin û got ku beşên di warê awayê têkiliyên jin û mêran de gelekî girîng bûne. Kurumê got: “Em bi giştî hevalên xwe yên jin ji hevalên xwe yên mêr nêzîktir dibînin û pirsgirêkên xwe bi hêsanî tînin ziman. Helbet gelek sedemên vê yekê hene. Ez difikirim ku ya yekem li ser newekheviya zayendî ye. Mesela, ez dibînim ku hin mêr hîna ne bibiryar in ku bi destên hevalên xwe yên jin bigirin. Bê guman, şikandina vê yekê dibe ku bi van kargehan gengaz be. Ez difikirim ku kareghên weha hişyariyê di nav hevalên mêr de zêde dike." 
 
Hîndekarê dibistana ajotinê Metîn Omerê ku berê jî beşdarî kargehên bi vî rengî bûye, diyar kir ku xwendina wan a li ser têgînên rêxistinî û rêhevaltiyê yên di van kargehan de, xwendineke kêrhatî ye. 
 
Omer diyar kir ku kargeh ji aliyê felsefeya fikrên ku ew di warê siyasî de diparêzin girîng in û wiha got: “Ji ber ku hemû civak divê fikirên kesên ku dixwazin civakê pêş ve bibin û wan wekî rêber dibînin, bixwînin û hîn bibin. Lewma ez xebatên di vîw arî de hêja dibînim û divê bêtir bên kirin." 
 
WÊ MOTÎVASYON GEŞ BIBE
 
Mehmet Bagirsak ku di şirketeke taybet de dixebite wiha got: “Bi pêvajoya sala 2015’an re xwendinên me kêm bûn, moral û motîvasyona me geş nebû. Lê wê bi van kargehan ev morla û motîvasyon cardin gel bibe. Lewma ev kargeh gelekî girîng in."
 
Bagirsak anî ziman ku ew cara yekem e beşdarî komxebateke bi vî rengî bûye û got ku komxebateke gelekî berhemdar bûye. Bagirsak got: “Ji xwendinê tê fêmkirin ku divê mirov pêşî ji malbata xwe dest bi perwerdeyê bike. Me di kîjan xalê de wekheviya jin û mêr di malbatê de dît û heta çi radeyê me karîbû pêk bîne? Ji ber vê yekê, eger wekheviya zayendî pêk were, divê pêşî ji malê dest pê bike. Ev sedem hemû ji bo lidarxistina van kargehan sedemine girîng in. Ez wiha difikirim ku ji bo ev wekhevî pêk bê, ev kargeh gelekî girîng in." 
 
MA / Esra Solîn Dal
 
 

Sernavên din

05/09/2024
16:28 MÎT’ê li Efrînê 3 welatî revand
16:16 Şîna Guzel û Kartal bi girseyî hate ziyaretkirin - HATE NÛKIRIN
15:53 Wekîlê CHP’î ji bo piştgiriyê serdana Şenyaşar kir
15:41 Rapora hilbijêrên kurd: Performansa DEM Partiyê serkeftî ye
15:38 Danişîna doza Akin û Sarisozen hate taloqkirin
15:32 Serokwezîrê nû yê Fransayê bû Barnier
15:28 Li Şarbajêr êrişa bi SÎHA’yê: 3 kes hatin qetilkirin
15:27 Kesên bi SÎHA’yan hatine qetilkirin hatin veşartin: Bêdengî sûc e
15:27 Li Hezexê di şerê ku derketî de zarokekî jiyana xwe ji dest da
15:09 Li dijî girtinan bertek: Hûn nikarin ciwanan bêdeng bikin
14:46 OHD’ê ji bo berdana girtiyê nexweş Kuday bang kir
14:39 Li Behraspî keştiya ku penaber tê de bûn noqî avê bû
13:57 ‘Divê Zindana Amedê bibe Muzeya Bîrê’
12:54 Wesayîta ku karkerên çandiniyê tê de bûn qeza kir: Zarokek mir
12:47 Li Omeryanê liv û tevgera helîkopteran
12:31 Ji bo girtiyê nexweş Kûday serî li AYM’ê û wezaretê hate dayîn
11:50 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:31 Di doza parêzer Arta de dozger xwest cezayê hefsê were dayin
11:20 DBP’ê ji bo Taner Şîrp daxuyanî da: Endamê partiya me nîne
11:05 Tevgera Azadî: “Divê kurd li dijî êrişên SÎHA’yan bêdeng nemînin
11:04 Xebatên lêgerînê yên ji bo Narînê didomin: 12 deqeyên winda tên lêkolînkirin
11:03 Rojnamevan Guleş beraet kir
10:41 Li Îranê rojnamegerekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
10:12 Li komeke cigarê zem hate kirin
10:11 Dermana ji bo dermankirina tiryakkêşan tê bikaranîn nayê peydakirin
09:50 Karkera çandiniyê: Li dijî zehmetiyan ne rev, têkoşîn divê
09:35 Yaklav a berdana wê 5 caran hat taloqkirin: Gava tu kurd bî û polîtîk bî tu nebaş î
09:11 Aktivîsta efxanistanî: Berxwedana jinên kurd ji bo me bû ronahî
09:10 Îmzeyên kampanyaya ‘Na ji darvekirinê re’ ji 14 saziyan re hatin şandin
09:08 Sûka Tarî ya dîrokî ji ber krîza aborî vikûvala maye!
09:07 Xelkê Amedê: Aborî bi pêşhilbijartinê dikare baş bibe
09:05 'Divê cihê kesên 70-80 salî ne girtîgeh bin’
09:03 Bi milyonan xwendekar dê nekarin bi zimanê dayikê perwerde bibin
09:01 Midûriyeta Daristanan birîna daran parast: Li gorî ‘mewzûatê’ ye!
09:00 ROJEVA 4'Ê ÎLONA 2024'AN
04/09/2024
23:13 ‘Em ê bi ‘jin jiyan azadî’yê bersiva polîtîkayên şerê taybet bidin
21:09 Sîncar û Ozdemîr hatin bibîranîn
20:10 Piştî 31 salan hatin berdan
16:44 Çalakiya Emîne Şenyaşar di roja 14’an de didome
16:42 Di êrişa SÎHA’yê de bav û du kurên wî hatin qetilkirin
16:32 Ji ber gerandina ‘govendê’ ceza dan girtiyan
16:25 Erdoganê ku jê re digot ‘kujer’ wî bi merasîma fermî pêşwazî kir!
16:11 Ji bo Girtîgeha Sîncanê serî li ÎHÎK’ê da: Lêgerîn li girtiyan tê ferzkirin
15:44 Li Iraqê di 6 mehan de 421 bûyerên destdirêjî û tûndiyê çêbûne
14:42 Sîncar di 31’emîn salvegera qetilkirina xwe de li ser gora xwe hate bibîranîn
14:28 Uşakov: Tirkiyeyê ji bo endamtiya BRICSê serlêdan kir
14:26 Li Silêmaniyê wesayîtek sivîl hat bombebarankirin: 3 kes hatin qetilkirin
13:05 Kujerê Kîbar ê li dijî birîna daran derketibû, hate girtin
12:52 Girtiyên li Girtîgeha Espiyeyê li dijî binpêkirinan banga hestiyariyê kirin
12:33 ÎSÎG: Di tebaxê de 179 karkeran jiyana xwe ji dest dan
11:57 Îşkenceya li girtiyan anî rojeva Meclisê
11:56 Ji şaredariya DEM Partiyî hin biryarên jinan
11:40 Şirîkên AKP-MHP'ê li Hewlêrê hatin gel hev
11:39 Sê siyasetmedarên ku cezayên wan hatibû erêkirin xistin binçavan
11:13 Bi 8 pirsan biryara ‘mafê hêviyê’ ya têkildarî Abdullah Ocalan
11:00 Roja Mehmet Sîncar hatiye qetilkirin vegotin: Nekarin me biçewisînin
09:47 12 ciwan bi hinceta pankartê ‘Muxatab Ocalan’ e û govendê hatin girtin
09:46 Di lêpirsîna Narîn Guranê de ji roja ewil ve çi qewimî?
09:45 Xwendekar êdî nikarin pirtûkên kevn jî bikirin
09:22 'Divê kurd li dijî êrişan xweparastina xwe bi rêxistin bikin'
09:01 Agahiyê ji 2 kurên xwe yên di destê DAIŞ'ê de nagire!
09:01 Rojnamevan Şengalî: Êrişên qirkirinê bi berxwedanê dikare bê sekinandin
09:00 Berdana girtiyê nexweş ê ‘poşmantî’ qebûl nekir 6 mehan hate taloqkirin
09:00 Endamên mekteba siyasî ya PADÊ: Dibe ku girtibin lê em ê civaka biparêzin
09:00 ROJEVA 4'Ê ÎLONA 2024'AN
03/09/2024
20:14 Êrişî Sîdekanê hat kirin: Kesek hat qetilkirin
20:11 WHO: Li Xezayê 161 hezar zarok hatin aşîkirin
20:09 Li Ezazê îşkence li zarokekê hat kirin
16:11 Bafil Talebanî: Mesrûr Barzanî bêyî YNK’ê nikare bibe rêveber jî
15:58 Rojnameger Arslan giliyê kesên gef lê xwaribûn kir
15:24 Berxwedana Emîne Şenyaşar a li Meclisê di roja 13’an de didome
14:59 Zilamên li jinan xistibûn hatin berdan
14:30 MKG: 6 rojnamegerên jin girtî ne, 25 binpêkirinên mafan derketine pêş
14:00 Bi pankarta ‘Li vir edalet tune ye’ dest bi sala edlî kirin
13:59 DEM Partî: Divê Abdulkadîr Kuday tavilê bê berdan
13:41 Li girtîgeheke Kongoyê hewldana firarê: 129 kes mirin
13:33 Girtî Yîgît: Tundiyê li me dikin
13:31 DÎSK: Em ê di 13’ê îlonê de ji Mêrsînê dest bi mitîngan bikin
12:55 Li dijî kesên li ber birîna daran derdiketin êriş hat kirin: Kesek hate kuştin
12:50 Cenazeyê Heydaranlou piştî 3 salan dan malbatê
11:58 Di şevekê de 24 caran êriş kirin
11:41 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:13 Têkildarî kuştina Luqman 7 kes hatin binçavkirin
11:02 Dema serî li DEM Partiyê da hîn bû ku ew kirine endama AKP’ê
10:44 TUÎK’ê rêjeya enflasyonê daxist ji sedî 51,97'ê!
10:28 Zarokên li Xabûrê dihatin sekinandin li wargehê hatin bicihkirin
10:13 Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter dê heta 10’ê îlonê bidomin
09:52 ENAG’ê daneyên enflasyonê parve kir
09:51 Li Şirnexê ji bo heqê rê zem hate kirin
09:44 Li Girtîgeha Manavgatê tundiya psîkolojîk û gefxwarin
09:43 Li nexweşxaneyê mûameleya nebaş li Kûday kirin: Av nedanê, xwarin avêtin ber wî
09:34 Hewlêr û Silêmaniye hatin bombebarankirin
09:01 Kanên madenê yên li Giyadînê jiyana li herêmê tarûmar dikin!
09:01 'Heya tecrîd bidome wê çalakiyên li girtîgehan jî bidomin'
09:01 Bi ser qedexeya 9 rojan a li Cizîrê re 9 sal derbas bûn
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÎLONA 2024'AN
02/09/2024
23:23 12 kesên di mitînga aştiyê de hatibûn binçavkirin hatin girtin
18:49 Apê Narîn Guranê hat girtin
16:54 Li Îzmîr û Mêrsînê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Tecrîd, israra di şer de ye
16:44 Zarokên bavê wan hate girtin ev 3 roj in li deriyê sînor tên sekinandin