Makbûle Ozer bêyî agahiya malbatê danîn ber deriyê girtîgehê

  • rojane
  • 13:31 31 Tebax 2024
  • |

WAN - Girtiya nexweş Makbûle Ozer a 82 salî îro hate berdan. Kurê Ozer, Medenî Ozer diyar ki ku dayika wan bêyî agahiyê di saetên serê sibehê de hatiye berdan û wiha got: “Dayika min saetekê li pêşiya girtîgehê hate sekinandin.” 

 
Dayika bi navê Makbûle Ozer a 82 salî di 9’ê gulana 2022’yan de bi îdiaya “Alîkarî daye rêxistinê” li navçeya Artemêtanê ya Wanê hate girtin. Di 7’ê îlonê de hate berdan û piştî rapora Saziya Tipa Edlî (ATK) ya “Dikare di girtîgehê de bimîne”, di 22’yê nîsana 2024’an de dîsa hate girtin. 
 
Girtiya nexweş Ozer, piştî 254 rojan ku cezayê xwe temam kir, hate berdan. 
 
SAETEKÊ LI BER DERIYÊ GIRTÎGEHÊ HATE SEKINANDIN 
 
Ozer, di saetên serê sibehê de beriya agahiya malbata wê ji deriyê derve yê girtîgehê hate berdan. Ji ber ku agahiya malbata wê jê tune bû, saetekê li vir sekinî. Piştre jî peywirdarên girtîgehê xwestin radestî emniyetê bikin. Lê Ozer li dijî vê derket û li ser vê yekê malbata wê ji rewşê hate agahdarkirin. 
 
Bi agahiyê re malbata Ozer tavilê çû pêşiya girtîgehê. Malbat, li vir li benda hatina rêxistinên civaka sivîl û xizmên Ozer man. Lê belê leşkeran destûr nedan malbat li wir bisekine. Li ser vê yekê Ozer û endamên malbatê li noqteyeke di ketina bajar de sekinîn. Lê li ser hişyariya leşkeran, malbat derbasî malê bû. Gelek nûnerên sazî û partiyên siyasî çûn serdana Ozer. 
 
‘LI GORÎ ÎKTÎDARÊ HEKE TU KURD BÎ TU SÛCDARÎ’ 
 
Kurê Ozer, Medenî Ozer di serdanê de axivî û wiha got: “Hem dayika me hem jî bavê me pêvajoyeke zehmet derbas kirin. Em spasiya her kesên ji roja ewil heta niha piştevaniya me kirin dikin. Dayika min 254 roj in girtî bû. Emrê wê ne emrekî wisa ye ku bikare di girtîgehê de bimîne. Diviyabû bi malbata xwe re bûya. Lê îktîdar li temenî nanihêre û ji ber kurdbûna dayika min, ew di girtîgehê de hişt. Her kesê kurd di nezera îktîdarê de sûcdar e. Lê çi bikin jî gelê kurd ji doza xwe nagere. Heta ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad dibe dê ev têkoşîne bidome.” 
 
‘XWESTIN TESLÎMÎ EMNIYETÊ BIKIN’
 
Ozer, da zanîn ku dayika wî serê sibehê saet di 07.00’ê de ji girtîgehê hate berdan û wiha pê de çû: “Em di pergaleke wisa de dijîn ku ji derketina dayikeke 70 salî ya girtîgehê ditirsin. Dayika min radestî cendirmeyan kirine û piştre xwestine bişînin emniyetê. Lê dayika min qebûl nekiriye û li ser vê yekê saet di 08.00’ê de li me geriyan. Em çûn me dayika xwe ji girt girt. Ji me re gotin ‘hûn nikarin li vir bisekinin.’ Heta em hatin noqteya polîsan jî em şopandin. Nehiştin em li wir bisekinin lewma em hatin malê.” 
 
‘JI DAYIKÊN ME DITIRSIN’
 
Hevserokê TUHAY-DER a Wanê Çetîn Uyar jî di serdanê de axivî û wiha got: “Bi dehan dayikên me yên mîna dayika Makbûleyê di girtîgehan de ne. Dayikeke 82 salî bêyî agahiya malbata wê tê berdan. Ev derhiqûqtî ye. Li cem wê ne malbat ne jî parêzer hebû. Bi tena serê xwe radestî cendirmeyan dikin. Ev yek nîşan dide ku ji gelê kurd ditirsin. Sedema van êrişên ser dayik, jin û hevalên me, ji tirsa wan e. Ji 7 salî heta 70’ê saliyê ev têkoşîn dê bidome. Di serî de birêz Abdullah Ocalan, em ê xwedî li hemû girtiyên siyasî derkevin.” 
 
Dayika Makbûle Ozer jî ji ber serdanan spasî kir. 
 
ÇI BÛBÛ?
 
Polîsan di 24’ê tîrmeha sala 2018’an de li navçeya Artemêtan a Wanê bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” bi ser mala Makbûle Ozer û Hadî Ozer de girtin. Di serdegirtinê de hemû endamên malbatê hatin binçavkirin. Piştre jî bi îdiaya “Bi zanebûn û dilxwazî alîkarî dane rêxistinê”, derheqê Makbûle û Hadî Ozer de doz hate vekirin. Di dozê de li her yekî 2 sal û 6 meh cezayê hefsê hate birîn. 
 
Ceza ji hêla Dadgeha Bilind ve hate erêkirin û li ser vê yekê Makbule û Hadî Ozer di 9’ê gulana 2022’yan de hatin girtin û şandin Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Wanê. Gelek nexweşiyên Makbûle Ozer hebûn û ji sedî 61 astengdar bû. Piştî rapora ATK’ê ya “Nikare di girtîgehê de bimîne”, înfaza Ozer ji bo salekê hate taloqkirin. Ozer, di 7’ê îlona 2022’yan de hate berdan û hevjînê wê Hadî Ozer jî piştî temamkirina cezayê xwe hate berdan. 
 
WERGÊRÊ ATK’Ê ‘PEYWIRDARÊ EWLEHIYÊ’ BÛ 
 
Piştî dema taloqkirina înfazê temam bûyî, ATK’ê îcar jî ji bo Ozer rapora “Dikare di girtîgehê de bimîne” derxist. Li ser vê yekê Serdozgeriya Komarê ya Wanê ji bo nakokiya di navbera rapora yekemîn û duyemîn de ji holê rabe, xwest raporeke nû were amadekirin. Li ser vê yekê ATK’ê di 3’yê nîsana 2024’an de careke din rapora “Dikare di girtîgehê de bimîne” derxist. Bi vê yekê re Ozer di 22’yê nîsanê de dîsa hate girtin û şandin Girtîgeha Tîpa T a Wanê. 
 

Sernavên din

05/09/2024
21:27 Kanitê ku piştî 30 salan hat berdan bi meşaleyan hat pêşwazîkirin
21:24 Li Wanê şahiya zarokan
18:15 Hewldana Edeletê ya li Dijî Tecrîdê: Em Tirkiyeyê vedixwînin edeletê
16:43 OHD çû serdana kedkarên Çapemeniya Azad
16:31 Qeymeqamê Çiwartayê: Yek jê zarok 3 sivîl li Şarbajarê hatin qetilkirin
16:28 MÎT’ê li Efrînê 3 welatî revand
16:16 Şîna Guzel û Kartal bi girseyî hate ziyaretkirin - HATE NÛKIRIN
15:53 Wekîlê CHP’î ji bo piştgiriyê serdana Şenyaşar kir
15:41 Rapora hilbijêrên kurd: Performansa DEM Partiyê serkeftî ye
15:38 Danişîna doza Akin û Sarisozen hate taloqkirin
15:32 Serokwezîrê nû yê Fransayê bû Barnier
15:28 Li Şarbajêr êrişa bi SÎHA’yê: 3 kes hatin qetilkirin
15:27 Kesên bi SÎHA’yan hatine qetilkirin hatin veşartin: Bêdengî sûc e
15:27 Li Hezexê di şerê ku derketî de zarokekî jiyana xwe ji dest da
15:09 Li dijî girtinan bertek: Hûn nikarin ciwanan bêdeng bikin
14:46 OHD’ê ji bo berdana girtiyê nexweş Kuday bang kir
14:39 Li Behraspî keştiya ku penaber tê de bûn noqî avê bû
13:57 ‘Divê Zindana Amedê bibe Muzeya Bîrê’
12:54 Wesayîta ku karkerên çandiniyê tê de bûn qeza kir: Zarokek mir
12:47 Li Omeryanê liv û tevgera helîkopteran
12:31 Ji bo girtiyê nexweş Kûday serî li AYM’ê û wezaretê hate dayîn
11:50 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:31 Di doza parêzer Arta de dozger xwest cezayê hefsê were dayin
11:20 DBP’ê ji bo Taner Şîrp daxuyanî da: Endamê partiya me nîne
11:05 Tevgera Azadî: “Divê kurd li dijî êrişên SÎHA’yan bêdeng nemînin
11:04 Xebatên lêgerînê yên ji bo Narînê didomin: 12 deqeyên winda tên lêkolînkirin
11:03 Rojnamevan Guleş beraet kir
10:41 Li Îranê rojnamegerekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
10:12 Li komeke cigarê zem hate kirin
10:11 Dermana ji bo dermankirina tiryakkêşan tê bikaranîn nayê peydakirin
09:50 Karkera çandiniyê: Li dijî zehmetiyan ne rev, têkoşîn divê
09:35 Yaklav a berdana wê 5 caran hat taloqkirin: Gava tu kurd bî û polîtîk bî tu nebaş î
09:11 Aktivîsta efxanistanî: Berxwedana jinên kurd ji bo me bû ronahî
09:10 Îmzeyên kampanyaya ‘Na ji darvekirinê re’ ji 14 saziyan re hatin şandin
09:08 Sûka Tarî ya dîrokî ji ber krîza aborî vikûvala maye!
09:07 Xelkê Amedê: Aborî bi pêşhilbijartinê dikare baş bibe
09:05 'Divê cihê kesên 70-80 salî ne girtîgeh bin’
09:03 Bi milyonan xwendekar dê nekarin bi zimanê dayikê perwerde bibin
09:01 Midûriyeta Daristanan birîna daran parast: Li gorî ‘mewzûatê’ ye!
09:00 ROJEVA 4'Ê ÎLONA 2024'AN
04/09/2024
23:13 ‘Em ê bi ‘jin jiyan azadî’yê bersiva polîtîkayên şerê taybet bidin
21:09 Sîncar û Ozdemîr hatin bibîranîn
20:10 Piştî 31 salan hatin berdan
16:44 Çalakiya Emîne Şenyaşar di roja 14’an de didome
16:42 Di êrişa SÎHA’yê de bav û du kurên wî hatin qetilkirin
16:32 Ji ber gerandina ‘govendê’ ceza dan girtiyan
16:25 Erdoganê ku jê re digot ‘kujer’ wî bi merasîma fermî pêşwazî kir!
16:11 Ji bo Girtîgeha Sîncanê serî li ÎHÎK’ê da: Lêgerîn li girtiyan tê ferzkirin
15:44 Li Iraqê di 6 mehan de 421 bûyerên destdirêjî û tûndiyê çêbûne
14:42 Sîncar di 31’emîn salvegera qetilkirina xwe de li ser gora xwe hate bibîranîn
14:28 Uşakov: Tirkiyeyê ji bo endamtiya BRICSê serlêdan kir
14:26 Li Silêmaniyê wesayîtek sivîl hat bombebarankirin: 3 kes hatin qetilkirin
13:05 Kujerê Kîbar ê li dijî birîna daran derketibû, hate girtin
12:52 Girtiyên li Girtîgeha Espiyeyê li dijî binpêkirinan banga hestiyariyê kirin
12:33 ÎSÎG: Di tebaxê de 179 karkeran jiyana xwe ji dest dan
11:57 Îşkenceya li girtiyan anî rojeva Meclisê
11:56 Ji şaredariya DEM Partiyî hin biryarên jinan
11:40 Şirîkên AKP-MHP'ê li Hewlêrê hatin gel hev
11:39 Sê siyasetmedarên ku cezayên wan hatibû erêkirin xistin binçavan
11:13 Bi 8 pirsan biryara ‘mafê hêviyê’ ya têkildarî Abdullah Ocalan
11:00 Roja Mehmet Sîncar hatiye qetilkirin vegotin: Nekarin me biçewisînin
09:47 12 ciwan bi hinceta pankartê ‘Muxatab Ocalan’ e û govendê hatin girtin
09:46 Di lêpirsîna Narîn Guranê de ji roja ewil ve çi qewimî?
09:45 Xwendekar êdî nikarin pirtûkên kevn jî bikirin
09:22 'Divê kurd li dijî êrişan xweparastina xwe bi rêxistin bikin'
09:01 Agahiyê ji 2 kurên xwe yên di destê DAIŞ'ê de nagire!
09:01 Rojnamevan Şengalî: Êrişên qirkirinê bi berxwedanê dikare bê sekinandin
09:00 Berdana girtiyê nexweş ê ‘poşmantî’ qebûl nekir 6 mehan hate taloqkirin
09:00 Endamên mekteba siyasî ya PADÊ: Dibe ku girtibin lê em ê civaka biparêzin
09:00 ROJEVA 4'Ê ÎLONA 2024'AN
03/09/2024
20:14 Êrişî Sîdekanê hat kirin: Kesek hat qetilkirin
20:11 WHO: Li Xezayê 161 hezar zarok hatin aşîkirin
20:09 Li Ezazê îşkence li zarokekê hat kirin
16:11 Bafil Talebanî: Mesrûr Barzanî bêyî YNK’ê nikare bibe rêveber jî
15:58 Rojnameger Arslan giliyê kesên gef lê xwaribûn kir
15:24 Berxwedana Emîne Şenyaşar a li Meclisê di roja 13’an de didome
14:59 Zilamên li jinan xistibûn hatin berdan
14:30 MKG: 6 rojnamegerên jin girtî ne, 25 binpêkirinên mafan derketine pêş
14:00 Bi pankarta ‘Li vir edalet tune ye’ dest bi sala edlî kirin
13:59 DEM Partî: Divê Abdulkadîr Kuday tavilê bê berdan
13:41 Li girtîgeheke Kongoyê hewldana firarê: 129 kes mirin
13:33 Girtî Yîgît: Tundiyê li me dikin
13:31 DÎSK: Em ê di 13’ê îlonê de ji Mêrsînê dest bi mitîngan bikin
12:55 Li dijî kesên li ber birîna daran derdiketin êriş hat kirin: Kesek hate kuştin
12:50 Cenazeyê Heydaranlou piştî 3 salan dan malbatê
11:58 Di şevekê de 24 caran êriş kirin
11:41 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:13 Têkildarî kuştina Luqman 7 kes hatin binçavkirin
11:02 Dema serî li DEM Partiyê da hîn bû ku ew kirine endama AKP’ê
10:44 TUÎK’ê rêjeya enflasyonê daxist ji sedî 51,97'ê!
10:28 Zarokên li Xabûrê dihatin sekinandin li wargehê hatin bicihkirin
10:13 Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter dê heta 10’ê îlonê bidomin
09:52 ENAG’ê daneyên enflasyonê parve kir
09:51 Li Şirnexê ji bo heqê rê zem hate kirin
09:44 Li Girtîgeha Manavgatê tundiya psîkolojîk û gefxwarin
09:43 Li nexweşxaneyê mûameleya nebaş li Kûday kirin: Av nedanê, xwarin avêtin ber wî
09:34 Hewlêr û Silêmaniye hatin bombebarankirin
09:01 Kanên madenê yên li Giyadînê jiyana li herêmê tarûmar dikin!
09:01 'Heya tecrîd bidome wê çalakiyên li girtîgehan jî bidomin'
09:01 Bi ser qedexeya 9 rojan a li Cizîrê re 9 sal derbas bûn