Li dijî girtîgehên wekî 'Çalan' di çalakiyê de ne: Rewşa wan nebaş e

  • rojane
  • 09:02 3 Tîrmeh 2024
  • |

STENBOL - Hat diyarkirin ku gardiyanan Nûrettîn Kaya yê li dijî rawestandina sewqên ji bo girtîgehên wekî "çalan" bê rawestandin di rojiya mirinê de ye kontrol dikin bê ka miriye yan na û Alîşan Gul ê bi heman daxwazê di rojiya mirinê de ye jî bi zorê li ser pêyan disekine. 

Cemîl Kurt û Alîşan Gul di meha adara 2023’yan de ji Girtîgeha Sîlîvriyê sewqî Girtîgeha Hejmara 1'an a Dûmlû ya Erziromê hatin kirin. Di heman demê de girtiyê bi navê Nûrettîn Kaya jî ji Girtîgeha Tîpa T a Bûrhaniye sewqî Girtîgeha Hejmara 1'an a Dûmlû ya Erziromê hat kirin. Kûrt, Gul û Kaya yên li Girtîgeha Dûmlû ya Hejmar 1'ê ji bo girtina girtîgehên tîpa S, R, Y û girtîgehên Ewlehiya Bilind ku wan wekî "çalê" ango "bîrê" dibînin û bi nav dikin bên girtin û sewqî girtîgehên nêzî malbatên xwe bên kirin di gulana 2023'yan de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kiribûn. Di roja 100'emîn a grevê de girtîgehm ragihand ku wê îdare daxwazên wan pêk bîne û girtiyan jî dest ji grevê berdabû. 
 
Girtiyê bi navê Nûrettîn Kaya ku piştî daxwazên wan nehatin qebûlkirin dest bi rojiya mirinê kir. Kaya di 29'ê sibatê de şandin Girtîgeha Tîpa F a Boluyê, lê hevalên wî neşenadin. Çalakiya rojiya mirinê ya Kaya ya ji bo sewqkirina hevalên wî ket roja 258'an û çalakiya greva birçîbûnê ya Alîşan Gul û Cemîl Kûrt ên li Girtîgeha Dûmlû ya Hejmara 1'ê ne, di roja 115'an de didome. 
 
Xwişka girtî Alîşan Gul, Songul Emîr rewşa heyî û daxwazên birayê xwe nirxandin û got ku ger tiştekî nebaş biqewime berpirs Wezareta Dadê ye. 
 
TECRÎDÊ QEBÛL NAKIN
 
Emîr diyar kir ku li girtîgehê hemû mafên girtiyan tên astengkirin û wiha got: “Ser hewadariyê bi têlan tê girtin, pace bi têlan tên girtin, tav û baran tune, cihekî bi rastî teng e; ji ber ku qadên wan ên meş û werzîşê hemû hatine qedexekirin dest û tecrîda giran a li ser wan bi greva birçîbûnê kirin."
 
Emîr diyar kir ku birayê wê 115 roj in di greva birçîbûnê de ye û rewşa wî nebaş e û got: "Rewşa wî gelekî xerab e, pir zihîf bûye." Emîrê diyar kir ku derfetên wan ên ji bo hevdîtinê pir kêm in û di warê aborî û manewî de zehmetiyên wan hene û wiha got: “Dixwaze sewqî girtîgeheke li Herêma Marmarayê bê kirin û ger sewqiyata wî bê qebûlkirin, wê bi vê re daxwazên Nurettîn Kaya jî bên qebûlkirin."
 
‘TECRÎDA LI SER TECRÎDÊ’
 
Emîr anî ziman ku di dema greva birçîbûnê de gelek binpêkirinên mafan hatine kirin û got: “Heya demekê şekir û vîtamîn bi dest wan neketein. Jixwe mîdeya birê min nebaş e, di rojên ewil ên greva birçîbûnê de ji ber ku pir diverişiya pir zihîf bû." 
 
Emîr anî ziman ku ev daxwaz demokratîk û pêkan in û got: “Daxwaza hemûyan yek e. Divê ev girtîgehên cur bi cur bên girtin. Bi rastî jî mirov bi mirinê re rû bi rû hiştine. Li wir tecrîda li ser tecrîdê heye." 
 
BILA DAXWAZ BÊN QEBÛLKIRIN
 
Emîr diyar kir ku ger tiştekî nebaş bê serê birayê wê berpris Wezareta Dadê û midûriyeta girtîgehê ye û wiha got: “Ez ji rayedaran dixwazim daxwazên Alîşan Gul, Cemîl Kûrt û Nûrettîn Kaya qebûl bikin. Ev daxwazên wan, daxwazên mirovî ne, di encamê de ez naxwazim kes li wir razê. Wan mirovan bi mirinê re rû bi rû hiştiye. Heqekî wan ê bi vî rengî tune ye." 
 
MA / Yeşîm Tukel
 

Sernavên din

08/07/2024
13:36 Îdiayeke girîng: Di dema koronayê de xelkê Amedê weke ‘kobay’ hat bikaranîn!
12:52 Li gelek bajarên herêma Serhedê lehî rabûn
12:36 Hejmara hilbijêrên Herêma Kurdistanê hatin eşkerekirin
12:23 Ji bo Açik Radyoyê kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin
12:22 Di meşa li dijî desteserkirina îradeyê de roja dawî
11:43 Li Şirnexê ji bo heqê rê zem hate kirin
11:42 Li deriyê sînor heqê parkê û kişandinê hat bihakirin
11:40 Kurd li aliyekî artêşên cîhanê li aliyekî
11:22 Di navbera polîsan û ajokarekî de nîqaşa rêdayînê
11:05 Şêniyên gundê Bilexşê: Qiyamet li ser serê me rabû
10:26 Ehmed: Heke çareserî ji bo tevahiya Sûriyeyê be dê pêkan be
10:16 Wesayîtê li keriyê pez xist: Şivanî jiyana xwe ji dest da
10:10 Ji bo 13 bajaran hişyariya barîna baranê
09:48 Nivîskar Karadaş: Ji bo Îranê divê kes li benda guherînên bingehîn nemîne
09:47 HSD'ê bîlançoya 6 mehan a êrişên Tirkiyeyê eşkere kir
09:46 Rêveberiya Girtîgeha Kirşehîrê li 20 girtiyan ceza birî
09:12 Leşkeran bi ser mala Yildirim de girtin
09:08 Namzetê AKP’ê yê têkçûyî der barê şaredariyê de 30 doz vekirin
09:05 Koma Agirê Zerdeşt xebata xwe ya 28 salan dike albûm
09:03 Xelk ji ber bihabûnê bêzar bûye: Em nikarin hewcedariyên xwe bikirin
09:02 Odeya Bijîşkan a Amedê li dijî germê hişyariya parastinê kir
09:01 Dayik û bavên şagirtên Zarok Ma’yê: Zarokên me bi nirx û dîroka xwe mezin dibin
09:00 ROJEVA 8'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:20 Xwebûn bi manşeta ‘Dê dagirkerî têk biçe’ derket
07/07/2024
21:50 Li Mêrdînê desteserkirina îradeyê hat protestokirin
21:39 Nobeda li dijî qeyûm di roja 28'an de ye: Em ê bi paş ve gav neavêjin
21:29 'Meşa Rêzgirtinê' di roja 8'emîn de bi meşa meşaleyî temam bû
21:00 Li nêzî Girê Mirazan şewat derket
20:47 YEWKURD ava bû û xwe ji bo damezrandina komeleyê bi rêxistin dike
20:10 DEM Partiyê serdana cotkarên tûtinê kir
19:57 Li Milazgirê jinek ciwan bi lehiyê re çû û mir
19:34 Li Tetwanê MEDYA-DER hat damezrandin
19:21 Serokê nû yê TTB'ê diyar bû
19:07 Şandeyek serdana gundê Bilêxşê kir
18:55 Ji ber bombebarana Tirkiyeyê agir bi devera Rêkanyan ket
18:39 Şandeya jinên femînîst serdana Şaredariya Wanê kirin
18:36 CJP: Herî kêm 108 rojnamevan li Filistîn û Îsraîlê hatin kuştin
18:09 Îfadegirtina 14 binçavkiriyên li Êlihê dest pê kir
17:05 Polîs û bekçî li Mêrdînê tundiyê li welatiyekî kirin
16:51 Têkoşerê kurd Vedat Aydin hat bibîranîn |
16:08 Hatîmogûllari di ‘Meşa rêzgirtina ji îradeyê re’ de got: Rêzê ji bo hilbijêran bigirin
15:51 Li pêşiya girtîgehê çalakiya ‘azadiyê’ hat lidarxistin
15:21 Erdogan ji bo Esad got ‘dibe di carekê de em vexwînin’
14:36 Gelek leşker û wesayîtên zirxî sewqî Amediyeyê hatin kirin
14:08 Li Meletiyê tundiya mêr: 3 kes hatin kuştin
13:20 Rapor: Li qawîşa ji bo 28 kesan 40 kes tên ragirtin
12:47 Di bagera li Çînê de 5 kes mirin
11:19 Li Zapê ‘Meşa rêzgirtina ji îradeyê re’
11:10 JINNEWS’ê çeteleya tundiyê ya hezîranê parve kir: 37 jin hatin qetilkirin
10:41 Malbata jina bi awayekî guman mirî: Hevjînê wê tundî lê dikir, divê bê girtin
10:18 Weke polîtîkayeke dewletê êrişên li dijî cenaze û goristanan
10:01 Ji bo 8 bajaran hişyariya barînê hat kirin
09:52 Hejmar nû ya kovara Jinê derket
09:50 Bi rojaye di rê de ne: Dê meşa me bi serkeftinê tacîdar bibe
09:32 Qeyûman parkên Şaredariya Cizîrê jî dewr kirine
09:24 Parêzer Sumelî: Hinek girtiyên jehrî bûn nebirine nexweşxaneyê
09:05 Cerdevanên ku naxwazin tev li operasyonê bibin çekê datînin
09:04 Ji ber gefa sîstematîk a gardiyanan di greva birçîbûnê de ye
09:02 Ji bo qada parkê ya tehsîsî midûriyeta polîsan hat kirin biryara 'rawestandina rêvebirinê'
09:01 Terkexemiya geştiyaran Newala Qoriyê di nava gilêş de hiştiye
09:01 ROJEVA 7’Ê TÎREMAHA 2024’AN
06/07/2024
22:51 Di nobeda li dijî qeyûm de banga 'rêzê li vînê bigire'
20:09 'Meşa Rêzgirtina li Vînê' hefteyek li dû xwe hişt
19:46 Li Silopiyayê li dijî xespkirina vînê meş
19:16 DFG û MKG: Em ê her li dû heqîqetê bin
17:09 Jinên femînîst li Geverê ne: Em ji qeyûman re dibêjin na
16:23 Zaroka ku ji ber germa zêde kete avê xeniqî
16:08 Ji bo girtiyên nexweş Nebîoglû û Yildirim bang hate kirin
16:05 Onder di çalakiyan mexdûrên erdhejê de ye: Divê berpirsyar hesabê bidin
15:36 Faîlên Mîhyaz û Aslan hatin pirsîn
15:32 Konseya Bajêr a Amedê piştî 8 salan cara ewil civiya
15:04 Li Girêşiyê şewat derket
14:25 Tûncel: Weke jin divê em li dijî qeyûman rêyên têkoşînê ava bikin
14:15 Dayikên Şemiyê aqûbetên Aksoy û Cîngoz ên hatine windakirin pirsîn
12:18 Bayindir: Ev meş li dijî dagirkirina Kurdistanê ye
11:39 Prz. Temûr: Cezayên li rojnamegeran birîne ne hiqûqî ne lê siyasî ne
11:34 Dewleta tirk gundekî Dihokê topbaran kir: Gelek xaniyan zerar dît
11:19 Cîgirê Serokê Ocaxên Ulkuyan gef li rojnamevanan xwar
11:09 Meş di roja 7’emîn de ye: Bila kes ji qeyûman re bêdeng nebe
11:03 Malbatên windakiriyan Vedat Aydin bi bîr anîn: Em faîlan nas dikin
10:40 Penaberên Li Dîlokê: Em naxwazin bibin berxê nav devê gur
10:38 Li Bilêxşê dorpêç: Gundî li mizgeftê komkirin bi ser malan de digirin
10:23 Gel bertek nîşanî gotina nijadperest a stranbêj Benguyê da
10:13 Ji Mala Dengbêjan re eleqeyeke mezin
10:06 HDK’ê ji bo karkeran ‘Bernameya Dibistana Havînê’ da destpêkirin
09:45 Li Wanê bi hezaran kes serî li kursên şaredariyan dan
09:24 Biryara dadgehê: Seta pirtûkan a Abdullah Ocalan ne sûc e
09:23 Cotkar bifikar e: Min xanî û wesayît firot, dor hate troktorê!
09:22 Demîrhanê ku Hîlal Kar qetil kir 14 roj in nehatiye girtin
09:01 Meşvanên jin: Qeyûm, hedefgirtina destkeftiyên jinan e
09:00 6'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:40 Li Îranê di hilbijartinê de reformîst Pezeşkiyan bi ser ket
05/07/2024
22:20 'Meşa Rêzgirtina li Vînê' gihaşt Elbakê
21:17 Ji ber AKP'ê bang kirin: Dawî li bêhiqûqîtiyê bînin
19:05 Li ser rêya Xarpêt-Amedê du cenaze hatin dîtin
19:02 Ji ÎHD'ê ji bo penaberan banga 'dengderxistinê'
17:01 Di danişîna Gun de daxwaza girtina cerdevanan nehate qebûlkirin
16:00 ÎHD’ê bertek nîşanî êrişa nijadperest a li dijî penaberan da
15:17 Cerdevanên nexwestine biçin Efrînê îstîfa kirin
14:56 Sersariya dozger û cendirmeyan: Delîla di wesayîtê de hatiye hiştin kesekî jehrî kir