Qurbaniyên Madimakê hatin bibîranîn

  • rojane
  • 20:29 2 Tîrmeh 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Stenbol, Wan û Îzmîrê qurbaniyên Madimakê hatin bibîranîn.
 
Di 2’yê Tîrmeha 1993’yan de li Hotêla Madimakê ya li navenda Sêwazê de 33 rewşenbîr hatin şewitandin û qetilkirin. Qurbaniyên komkujiyê di 31’emîn salvegera qetilkirina xwe de li Stenbol, Wan û Îmzîrê hatin bibîranîn.
 
STENBOL
 
Însiyatîfa 2’ê Tîrmehê ya Sarigazî di 31’emîn salvegera Komkujiya Madimakê de li Kolana Demokrasî ya li Sancaktepeyê meşa protestoyî li dar xist. Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek û gelek sazî, nûnerên partiyên siyasî, cemxane û bi sedan welatî tevlî meşê bûn. Di meşê de wêneyên kesên di komkujiyê de hatine qetilkirin, hatin hilgirtin û gelek caran dirûşmeyên “Wê hesabê Sêwazê bê pirsîn”, “Li dijî faşîzmê mil bi mil” berzkirin. Piştî meşê daxuyanî hate dayîn.
 
Li ser navê Însiyatifê Gul Înce daxuyanî da. Înce bi bîr xist ku tevî ku 31 sal bi ser komkujiyê re derbas bûye jî kujer cezayên pêwîst negirtine û edalet pêk nehatiye. Gul Înce wiha got: “Îro bibîranîna dostên me yên li Sêwazê hatine qetilkirin, tê wateya berdewamkirin, mezinkirin û birêxistinkirina têkoşîna wan. Em ê xwedî li têkoşîna wan derbikevin, wan jî bîr nekin û kujeran efû nekin. Wê roniya Sêwazê nevemire!”
 
WAN
 
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê li Kolana Hunerê daxuyanî da. Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Wanê Gulşen Kurt û Veysî Dîlekcî, nûnerên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê  (TÎHV) û gelek kes tevlî çalakiyê bûn.
 
Serokê Şaxa HABER-SEN'ê Hamît Aker daxuyanî xwend û diyar kir ku komkujî weke deqeke reş di nava dîroka Tirkiyeyê de cih girtiye. Aker komkujiyên berê yên wekî Çorûm û Mereşê bi bîr xist û wiha got: "Komkujiya Sêwazê jî mîna komkujiyên Meletî, Mereş, Çorûm, 1'ê Gulana 77'an, Beyazît û Gaziyê di tariyê de hiştin û hêzên li pişt wê bi zanebûn dernexistin holê.” 
 
Aker anî ziman ku armanca Komkujiya Sêwazê bi taybetî Elewî ne, nasname, bawerî û mezhebên li derveyî îdeolojiya fermî ne.  Aker, wiha domand: “Piştî Komkujiya Sêwazê jî pêkanînên cihêkarî û hedefgirtinê yên li dijî Elewiyan dewam kirin.”
 
 ÎZMÎR
 
Federasyona Elewiyên Bektaşî (ABF) li ber Navenda Çandê ya Turkan Saylan a Alsancak a Îzmîrê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta "Madimak dişewite, me ji bîr nekir, em ji bîr nakin" hat vekirin û timî dirûşmên “Yên Sêwaz şewitandin AKP ava kirin” û “Duh li Mereşê, îro li Sêwazê, çareserî di şerê li dijî faşîzmê de ye" hatin berzkirin.   Berpirsa ABF'ê ya Herêma Egeyê Bahar Kaplan di çalakiyê de axivî û diyar kir ku Komkujiya Madimakê sûcê mirovahiyê ye û ew biryara qedexeyê qebûl nakin û wiha got: “AKP ji roja destpêkê ya desthilatdariya xwe heta niha alîgirê zîhniyeta komkujiyê ye. AKP'ê kujerên ku sûcên hatibûn cezakirin efû kir. Heke AKP gavên asayîbûnê bavêje divê pêşî biryarên DMME’yê yên der barê Elewiyan de bi cih bîne û Otela Madîmakê vediguherînin muzeya şermê."

Sernavên din

08/07/2024
13:36 Îdiayeke girîng: Di dema koronayê de xelkê Amedê weke ‘kobay’ hat bikaranîn!
12:52 Li gelek bajarên herêma Serhedê lehî rabûn
12:36 Hejmara hilbijêrên Herêma Kurdistanê hatin eşkerekirin
12:23 Ji bo Açik Radyoyê kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin
12:22 Di meşa li dijî desteserkirina îradeyê de roja dawî
11:43 Li Şirnexê ji bo heqê rê zem hate kirin
11:42 Li deriyê sînor heqê parkê û kişandinê hat bihakirin
11:40 Kurd li aliyekî artêşên cîhanê li aliyekî
11:22 Di navbera polîsan û ajokarekî de nîqaşa rêdayînê
11:05 Şêniyên gundê Bilexşê: Qiyamet li ser serê me rabû
10:26 Ehmed: Heke çareserî ji bo tevahiya Sûriyeyê be dê pêkan be
10:16 Wesayîtê li keriyê pez xist: Şivanî jiyana xwe ji dest da
10:10 Ji bo 13 bajaran hişyariya barîna baranê
09:48 Nivîskar Karadaş: Ji bo Îranê divê kes li benda guherînên bingehîn nemîne
09:47 HSD'ê bîlançoya 6 mehan a êrişên Tirkiyeyê eşkere kir
09:46 Rêveberiya Girtîgeha Kirşehîrê li 20 girtiyan ceza birî
09:12 Leşkeran bi ser mala Yildirim de girtin
09:08 Namzetê AKP’ê yê têkçûyî der barê şaredariyê de 30 doz vekirin
09:05 Koma Agirê Zerdeşt xebata xwe ya 28 salan dike albûm
09:03 Xelk ji ber bihabûnê bêzar bûye: Em nikarin hewcedariyên xwe bikirin
09:02 Odeya Bijîşkan a Amedê li dijî germê hişyariya parastinê kir
09:01 Dayik û bavên şagirtên Zarok Ma’yê: Zarokên me bi nirx û dîroka xwe mezin dibin
09:00 ROJEVA 8'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:20 Xwebûn bi manşeta ‘Dê dagirkerî têk biçe’ derket
07/07/2024
21:50 Li Mêrdînê desteserkirina îradeyê hat protestokirin
21:39 Nobeda li dijî qeyûm di roja 28'an de ye: Em ê bi paş ve gav neavêjin
21:29 'Meşa Rêzgirtinê' di roja 8'emîn de bi meşa meşaleyî temam bû
21:00 Li nêzî Girê Mirazan şewat derket
20:47 YEWKURD ava bû û xwe ji bo damezrandina komeleyê bi rêxistin dike
20:10 DEM Partiyê serdana cotkarên tûtinê kir
19:57 Li Milazgirê jinek ciwan bi lehiyê re çû û mir
19:34 Li Tetwanê MEDYA-DER hat damezrandin
19:21 Serokê nû yê TTB'ê diyar bû
19:07 Şandeyek serdana gundê Bilêxşê kir
18:55 Ji ber bombebarana Tirkiyeyê agir bi devera Rêkanyan ket
18:39 Şandeya jinên femînîst serdana Şaredariya Wanê kirin
18:36 CJP: Herî kêm 108 rojnamevan li Filistîn û Îsraîlê hatin kuştin
18:09 Îfadegirtina 14 binçavkiriyên li Êlihê dest pê kir
17:05 Polîs û bekçî li Mêrdînê tundiyê li welatiyekî kirin
16:51 Têkoşerê kurd Vedat Aydin hat bibîranîn |
16:08 Hatîmogûllari di ‘Meşa rêzgirtina ji îradeyê re’ de got: Rêzê ji bo hilbijêran bigirin
15:51 Li pêşiya girtîgehê çalakiya ‘azadiyê’ hat lidarxistin
15:21 Erdogan ji bo Esad got ‘dibe di carekê de em vexwînin’
14:36 Gelek leşker û wesayîtên zirxî sewqî Amediyeyê hatin kirin
14:08 Li Meletiyê tundiya mêr: 3 kes hatin kuştin
13:20 Rapor: Li qawîşa ji bo 28 kesan 40 kes tên ragirtin
12:47 Di bagera li Çînê de 5 kes mirin
11:19 Li Zapê ‘Meşa rêzgirtina ji îradeyê re’
11:10 JINNEWS’ê çeteleya tundiyê ya hezîranê parve kir: 37 jin hatin qetilkirin
10:41 Malbata jina bi awayekî guman mirî: Hevjînê wê tundî lê dikir, divê bê girtin
10:18 Weke polîtîkayeke dewletê êrişên li dijî cenaze û goristanan
10:01 Ji bo 8 bajaran hişyariya barînê hat kirin
09:52 Hejmar nû ya kovara Jinê derket
09:50 Bi rojaye di rê de ne: Dê meşa me bi serkeftinê tacîdar bibe
09:32 Qeyûman parkên Şaredariya Cizîrê jî dewr kirine
09:24 Parêzer Sumelî: Hinek girtiyên jehrî bûn nebirine nexweşxaneyê
09:05 Cerdevanên ku naxwazin tev li operasyonê bibin çekê datînin
09:04 Ji ber gefa sîstematîk a gardiyanan di greva birçîbûnê de ye
09:02 Ji bo qada parkê ya tehsîsî midûriyeta polîsan hat kirin biryara 'rawestandina rêvebirinê'
09:01 Terkexemiya geştiyaran Newala Qoriyê di nava gilêş de hiştiye
09:01 ROJEVA 7’Ê TÎREMAHA 2024’AN
06/07/2024
22:51 Di nobeda li dijî qeyûm de banga 'rêzê li vînê bigire'
20:09 'Meşa Rêzgirtina li Vînê' hefteyek li dû xwe hişt
19:46 Li Silopiyayê li dijî xespkirina vînê meş
19:16 DFG û MKG: Em ê her li dû heqîqetê bin
17:09 Jinên femînîst li Geverê ne: Em ji qeyûman re dibêjin na
16:23 Zaroka ku ji ber germa zêde kete avê xeniqî
16:08 Ji bo girtiyên nexweş Nebîoglû û Yildirim bang hate kirin
16:05 Onder di çalakiyan mexdûrên erdhejê de ye: Divê berpirsyar hesabê bidin
15:36 Faîlên Mîhyaz û Aslan hatin pirsîn
15:32 Konseya Bajêr a Amedê piştî 8 salan cara ewil civiya
15:04 Li Girêşiyê şewat derket
14:25 Tûncel: Weke jin divê em li dijî qeyûman rêyên têkoşînê ava bikin
14:15 Dayikên Şemiyê aqûbetên Aksoy û Cîngoz ên hatine windakirin pirsîn
12:18 Bayindir: Ev meş li dijî dagirkirina Kurdistanê ye
11:39 Prz. Temûr: Cezayên li rojnamegeran birîne ne hiqûqî ne lê siyasî ne
11:34 Dewleta tirk gundekî Dihokê topbaran kir: Gelek xaniyan zerar dît
11:19 Cîgirê Serokê Ocaxên Ulkuyan gef li rojnamevanan xwar
11:09 Meş di roja 7’emîn de ye: Bila kes ji qeyûman re bêdeng nebe
11:03 Malbatên windakiriyan Vedat Aydin bi bîr anîn: Em faîlan nas dikin
10:40 Penaberên Li Dîlokê: Em naxwazin bibin berxê nav devê gur
10:38 Li Bilêxşê dorpêç: Gundî li mizgeftê komkirin bi ser malan de digirin
10:23 Gel bertek nîşanî gotina nijadperest a stranbêj Benguyê da
10:13 Ji Mala Dengbêjan re eleqeyeke mezin
10:06 HDK’ê ji bo karkeran ‘Bernameya Dibistana Havînê’ da destpêkirin
09:45 Li Wanê bi hezaran kes serî li kursên şaredariyan dan
09:24 Biryara dadgehê: Seta pirtûkan a Abdullah Ocalan ne sûc e
09:23 Cotkar bifikar e: Min xanî û wesayît firot, dor hate troktorê!
09:22 Demîrhanê ku Hîlal Kar qetil kir 14 roj in nehatiye girtin
09:01 Meşvanên jin: Qeyûm, hedefgirtina destkeftiyên jinan e
09:00 6'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:40 Li Îranê di hilbijartinê de reformîst Pezeşkiyan bi ser ket
05/07/2024
22:20 'Meşa Rêzgirtina li Vînê' gihaşt Elbakê
21:17 Ji ber AKP'ê bang kirin: Dawî li bêhiqûqîtiyê bînin
19:05 Li ser rêya Xarpêt-Amedê du cenaze hatin dîtin
19:02 Ji ÎHD'ê ji bo penaberan banga 'dengderxistinê'
17:01 Di danişîna Gun de daxwaza girtina cerdevanan nehate qebûlkirin
16:00 ÎHD’ê bertek nîşanî êrişa nijadperest a li dijî penaberan da
15:17 Cerdevanên nexwestine biçin Efrînê îstîfa kirin
14:56 Sersariya dozger û cendirmeyan: Delîla di wesayîtê de hatiye hiştin kesekî jehrî kir