‘Sedema protestoyan hewldana Tirkiyeyê ya tesfkiyekirina komên paramîlîter e’

  • rojane
  • 11:51 2 Tîrmeh 2024
  • |
img
RIHA - Rojnameger Zeynep Boran diyar kir ku sedema protestoyên li Sûriyeyê ne ji ber êrişên nîjadperest ên li Tirkiyeyê hatine kirine û wiha got: “Sedema esasî ew e ku Tirkiye xwe nêzî Sûriyeyê dike û komên paramîlîter ên ereb jî ditirsin ku bên tesfiyekirin.” 
 
Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan di 28’ê hezîranê de peyamên ku dîsa bi Sûriyeyê re têkiliyên dîplomatîk pêş bixin da. Di heman demê de ji bo Beşar Esad gotina “Birêz Esed” bi kar anî. Peyama Erdogan, ji hêla komên paramîlîter ên Tirkiye ji sala 2011’an ve organîze dike û bi rêya wan xaka Sûriyeyê dagirkirî ve baş nehat pêşwazîkirin. Pêr li Kayseriyê bi hinceta tacîzê li dijî sûriyeyiyan êrişeke nîjadperest hate kirin. Li ser vê yekê komên paramîlîter jî li Efrîn, Mare, Bab, Ezaz, Raî û Idlibê êrişî baregehên dewleta tirk kirin. Alayên tirkan hatin daxistin, wesayîtên bi plakaya Tirkiyeyê hatin şewitandin û ji Tirkiyeyê hat xwestin ku xwe ji Sûriyeyê vekişîne. Tirkiyeyê jî hêzên teqwiye şand herêmê. 
 
Rojnameger Zeynep Boran ku li herêmê lêkolînê dike, têkildarî bûyerên dawî ji ajansa me re axivî. Boran, got ku Tirkiye ji bo têkiliyan bi rejîma Sûriyeyê re deyne ev demeke xebatên dîplomatîk dike, ji bo komên paramîlîter ên girêdayî xwe plansaziyeke nû çêdike û ev yek jî ji hêla van koman ve baş nayê nirxandin. 
 
Boran, pêvajoya beriya destpêkirina protestoyan nirxand û wiha got: “Tirkiye ev demekî dirêje bi destê MÎT’ê hewl dide ji bo komên çete plansaziyên nû çêbike. Di van mehên dawî de Tirkiyeyê gelek hevdîtin kir. Çendek roj berê Hakan Fîdan bi Serokê Dewletê yê Rûsyayê Putîn re hevdîtin kir, qala hevdîtinên Astanayê kir, peyamên erênî da rejîma Sûriyeyê û gava ewil a vê plana berfireh li Rûsyayê hate avêtin. Demekî kin piştre Esad daxuyaniya ‘Heke Tirkiye rêzê ji bo serdestiya Sûriyeyê ya li ser xaka xwe bigire, di mijara têkoşîna li dijî her cureyên terorîzm û rêxistinan de deriyên dîplomatîk ên Sûriyeyê vekirîne’ da. Ev daxuyanî di demeke ku Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Serokê Dewletê yê Rûsyayê Aleksandr Lavrentyev li Şamê hate dayîn. Daxuyaniya Erdogan a beriya 3 roja jî êdî tehemûl nehişt. Piranî jê ereb, komên Tirkiye piştgiriyê dide wan naxwazin Tirkiye-Sûriye nêzî hev bibin. Van koman li Efrîn, Marê, Bab, Ezaz, Cerablus, Raî û Idlibê dest bi protestoyên berfireh kirin.” 
 
'BI VEKIRINA DERIYÊ SÎNOR RE ÊDÎ DEST PÊ KIR’ 
 
Boran, da zanîn ku li herêma Ebû Zendîn a li nêzî Babê di navbera Tirkiye-Sûriyeyê de deriyê sînor hatiye vekirin û wiha pê de çû: “Vekirina deriyê sînor bû çirûska pêketina van protestoyan. Komên çekdar ên ev gav weke nêzbûna Tirkiye-Sûriyeyê nirxandin, li navenda Babê çalakî li dar xistin. Protesto piştre ber bi aliyê deriyê sînor ve fireh bûn. Gef hate xwarin û gotin ‘heke derî neyê girtin dê çalakî ne sivîl, leşkerî bin.’ Piştre protesto belav bûn. Alayên Tirkiyeyê anîn xwarê, êrişî wesayîtên diçûn Tirkiyeyê kirin. Li Idlib, Cerablus, Ezaz, Bab û Efrînê li gelek ciha alayên tirkan û posterên Erdogan hatin şewitandin. Her wiha li Efrîn, Ezaz û Babê bi ser baregehên leşkerên tirk de girtin. Baregeha artêşa tirk a li Abzîmoyê ya li rojaveyê Helebê kete destê çalakvanan.” 
 
'SEDEMA ÇALAKIYAN FIKARA TESFIYEBÛNÊ YE’ 
 
Bi domdarî Boran destnîşan kir ku di serî de navenda Efrînê, li gelek herêman pevçûnên çekdarî dest pê kirine û wiha pê de çû: “Li Babê gule li wesayîtên bi plakaya Tirkiyeyê hatin reşandin, li Bab û Ezazê TIR hatin şewitandin û bi ser zêdetirî 4 avahiyên PTT’ê hate girtin û hatin şewitandin. Protesto piştî êrişa nijadperest a li Kayseriyê çêbûn lê sedema esasî ev nîne. Sedema wê, nêzbûna hev a Tirkiye-Sûriyeyê ye. Komên paramîlîter ditirsin ku bên tesfiyekirin.” 
 
'TIRKIYE DIXWAZE KOMÊN EREB TESFIYE BIKE’ 
 
Rojnameger Boran got ku li 16 deverên herêmê çalakî û pevçûn didomin û axaftina xwe wiha qedand: “Li Ezaz, Cerablus Tawama ya li rojavayê Helebê baregehên artêşa tirk hatine dorpêçkirin. Bi taybet jî li navenda Efrînê û gelek navçeyan çekên giran ên weke RPG roketavêj hatin bikaranîn. Ji her du aliyan jî heta niha gelek kuştî û birîndar hene. Dewleta tirk bêyî ferq û cudahî bixe navberê guleyan direşîne. Heta niha zarokek û ciwanek jî di nav de 4 kes hatine kuştin. Zêdetirî 17 birîndar hene. Bi vê liv û tevgerê re Rûsya û Tirkiye di serî de li Idlibê, ji bo plana xwe bixin meriyetê û derbekî mezin li HTŞ’ê bixin amadekariyên xwe dikin. Li gorî operasyona dê di demên pêş de li herêmê were destpêkirin, MÎT jî dê komên çete yên girêdayî xwe li dijî HTŞ’ê û komên lihevkirina bi rejîmê re qebûl nakin bi kar bîne. Armanca van lihevkirinên Tirkiyeyê yên bi Rûsyayê re ew e ku xeta dagirkeriyê ya Idlib û Efrînê biparêze. Heke lihevkirinên bi Rûsya û rejîma Sûriyeyê re bikevin meriyetê, dê herêmên koma paramîlîter ên girêdayî Feylaq a 2’yemîn lê bi cih bûne bi awayekî mayinde ji Tirkiyeyê re bimînin. Tirkiye dixwaze li herêmên dagir kirî gelek komên çete tesfiye bike. Di serî de jî komên ereb. Tirkiye komên ereb tesfiye dike û her cureyên piştgiriyê dide komên çete yên tirkmen, tacîk û uygur. Mixabin ev pevçûn dê hêj dijwartir bibin. Weke encam dê Tirkiye bi taybet jî komên ereb biavêje ber rejîma Sûriyeyê. Belkî bi vê jî bisînor nemîne, ji bo tunekirina wan her cureyên alîkariyê bide.” 
 
MA / Ceylan Şahînlî 
 

Sernavên din

08/07/2024
13:36 Îdiayeke girîng: Di dema koronayê de xelkê Amedê weke ‘kobay’ hat bikaranîn!
12:52 Li gelek bajarên herêma Serhedê lehî rabûn
12:36 Hejmara hilbijêrên Herêma Kurdistanê hatin eşkerekirin
12:23 Ji bo Açik Radyoyê kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin
12:22 Di meşa li dijî desteserkirina îradeyê de roja dawî
11:43 Li Şirnexê ji bo heqê rê zem hate kirin
11:42 Li deriyê sînor heqê parkê û kişandinê hat bihakirin
11:40 Kurd li aliyekî artêşên cîhanê li aliyekî
11:22 Di navbera polîsan û ajokarekî de nîqaşa rêdayînê
11:05 Şêniyên gundê Bilexşê: Qiyamet li ser serê me rabû
10:26 Ehmed: Heke çareserî ji bo tevahiya Sûriyeyê be dê pêkan be
10:16 Wesayîtê li keriyê pez xist: Şivanî jiyana xwe ji dest da
10:10 Ji bo 13 bajaran hişyariya barîna baranê
09:48 Nivîskar Karadaş: Ji bo Îranê divê kes li benda guherînên bingehîn nemîne
09:47 HSD'ê bîlançoya 6 mehan a êrişên Tirkiyeyê eşkere kir
09:46 Rêveberiya Girtîgeha Kirşehîrê li 20 girtiyan ceza birî
09:12 Leşkeran bi ser mala Yildirim de girtin
09:08 Namzetê AKP’ê yê têkçûyî der barê şaredariyê de 30 doz vekirin
09:05 Koma Agirê Zerdeşt xebata xwe ya 28 salan dike albûm
09:03 Xelk ji ber bihabûnê bêzar bûye: Em nikarin hewcedariyên xwe bikirin
09:02 Odeya Bijîşkan a Amedê li dijî germê hişyariya parastinê kir
09:01 Dayik û bavên şagirtên Zarok Ma’yê: Zarokên me bi nirx û dîroka xwe mezin dibin
09:00 ROJEVA 8'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:20 Xwebûn bi manşeta ‘Dê dagirkerî têk biçe’ derket
07/07/2024
21:50 Li Mêrdînê desteserkirina îradeyê hat protestokirin
21:39 Nobeda li dijî qeyûm di roja 28'an de ye: Em ê bi paş ve gav neavêjin
21:29 'Meşa Rêzgirtinê' di roja 8'emîn de bi meşa meşaleyî temam bû
21:00 Li nêzî Girê Mirazan şewat derket
20:47 YEWKURD ava bû û xwe ji bo damezrandina komeleyê bi rêxistin dike
20:10 DEM Partiyê serdana cotkarên tûtinê kir
19:57 Li Milazgirê jinek ciwan bi lehiyê re çû û mir
19:34 Li Tetwanê MEDYA-DER hat damezrandin
19:21 Serokê nû yê TTB'ê diyar bû
19:07 Şandeyek serdana gundê Bilêxşê kir
18:55 Ji ber bombebarana Tirkiyeyê agir bi devera Rêkanyan ket
18:39 Şandeya jinên femînîst serdana Şaredariya Wanê kirin
18:36 CJP: Herî kêm 108 rojnamevan li Filistîn û Îsraîlê hatin kuştin
18:09 Îfadegirtina 14 binçavkiriyên li Êlihê dest pê kir
17:05 Polîs û bekçî li Mêrdînê tundiyê li welatiyekî kirin
16:51 Têkoşerê kurd Vedat Aydin hat bibîranîn |
16:08 Hatîmogûllari di ‘Meşa rêzgirtina ji îradeyê re’ de got: Rêzê ji bo hilbijêran bigirin
15:51 Li pêşiya girtîgehê çalakiya ‘azadiyê’ hat lidarxistin
15:21 Erdogan ji bo Esad got ‘dibe di carekê de em vexwînin’
14:36 Gelek leşker û wesayîtên zirxî sewqî Amediyeyê hatin kirin
14:08 Li Meletiyê tundiya mêr: 3 kes hatin kuştin
13:20 Rapor: Li qawîşa ji bo 28 kesan 40 kes tên ragirtin
12:47 Di bagera li Çînê de 5 kes mirin
11:19 Li Zapê ‘Meşa rêzgirtina ji îradeyê re’
11:10 JINNEWS’ê çeteleya tundiyê ya hezîranê parve kir: 37 jin hatin qetilkirin
10:41 Malbata jina bi awayekî guman mirî: Hevjînê wê tundî lê dikir, divê bê girtin
10:18 Weke polîtîkayeke dewletê êrişên li dijî cenaze û goristanan
10:01 Ji bo 8 bajaran hişyariya barînê hat kirin
09:52 Hejmar nû ya kovara Jinê derket
09:50 Bi rojaye di rê de ne: Dê meşa me bi serkeftinê tacîdar bibe
09:32 Qeyûman parkên Şaredariya Cizîrê jî dewr kirine
09:24 Parêzer Sumelî: Hinek girtiyên jehrî bûn nebirine nexweşxaneyê
09:05 Cerdevanên ku naxwazin tev li operasyonê bibin çekê datînin
09:04 Ji ber gefa sîstematîk a gardiyanan di greva birçîbûnê de ye
09:02 Ji bo qada parkê ya tehsîsî midûriyeta polîsan hat kirin biryara 'rawestandina rêvebirinê'
09:01 Terkexemiya geştiyaran Newala Qoriyê di nava gilêş de hiştiye
09:01 ROJEVA 7’Ê TÎREMAHA 2024’AN
06/07/2024
22:51 Di nobeda li dijî qeyûm de banga 'rêzê li vînê bigire'
20:09 'Meşa Rêzgirtina li Vînê' hefteyek li dû xwe hişt
19:46 Li Silopiyayê li dijî xespkirina vînê meş
19:16 DFG û MKG: Em ê her li dû heqîqetê bin
17:09 Jinên femînîst li Geverê ne: Em ji qeyûman re dibêjin na
16:23 Zaroka ku ji ber germa zêde kete avê xeniqî
16:08 Ji bo girtiyên nexweş Nebîoglû û Yildirim bang hate kirin
16:05 Onder di çalakiyan mexdûrên erdhejê de ye: Divê berpirsyar hesabê bidin
15:36 Faîlên Mîhyaz û Aslan hatin pirsîn
15:32 Konseya Bajêr a Amedê piştî 8 salan cara ewil civiya
15:04 Li Girêşiyê şewat derket
14:25 Tûncel: Weke jin divê em li dijî qeyûman rêyên têkoşînê ava bikin
14:15 Dayikên Şemiyê aqûbetên Aksoy û Cîngoz ên hatine windakirin pirsîn
12:18 Bayindir: Ev meş li dijî dagirkirina Kurdistanê ye
11:39 Prz. Temûr: Cezayên li rojnamegeran birîne ne hiqûqî ne lê siyasî ne
11:34 Dewleta tirk gundekî Dihokê topbaran kir: Gelek xaniyan zerar dît
11:19 Cîgirê Serokê Ocaxên Ulkuyan gef li rojnamevanan xwar
11:09 Meş di roja 7’emîn de ye: Bila kes ji qeyûman re bêdeng nebe
11:03 Malbatên windakiriyan Vedat Aydin bi bîr anîn: Em faîlan nas dikin
10:40 Penaberên Li Dîlokê: Em naxwazin bibin berxê nav devê gur
10:38 Li Bilêxşê dorpêç: Gundî li mizgeftê komkirin bi ser malan de digirin
10:23 Gel bertek nîşanî gotina nijadperest a stranbêj Benguyê da
10:13 Ji Mala Dengbêjan re eleqeyeke mezin
10:06 HDK’ê ji bo karkeran ‘Bernameya Dibistana Havînê’ da destpêkirin
09:45 Li Wanê bi hezaran kes serî li kursên şaredariyan dan
09:24 Biryara dadgehê: Seta pirtûkan a Abdullah Ocalan ne sûc e
09:23 Cotkar bifikar e: Min xanî û wesayît firot, dor hate troktorê!
09:22 Demîrhanê ku Hîlal Kar qetil kir 14 roj in nehatiye girtin
09:01 Meşvanên jin: Qeyûm, hedefgirtina destkeftiyên jinan e
09:00 6'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:40 Li Îranê di hilbijartinê de reformîst Pezeşkiyan bi ser ket
05/07/2024
22:20 'Meşa Rêzgirtina li Vînê' gihaşt Elbakê
21:17 Ji ber AKP'ê bang kirin: Dawî li bêhiqûqîtiyê bînin
19:05 Li ser rêya Xarpêt-Amedê du cenaze hatin dîtin
19:02 Ji ÎHD'ê ji bo penaberan banga 'dengderxistinê'
17:01 Di danişîna Gun de daxwaza girtina cerdevanan nehate qebûlkirin
16:00 ÎHD’ê bertek nîşanî êrişa nijadperest a li dijî penaberan da
15:17 Cerdevanên nexwestine biçin Efrînê îstîfa kirin
14:56 Sersariya dozger û cendirmeyan: Delîla di wesayîtê de hatiye hiştin kesekî jehrî kir