Keskîn: Zîhniyeta di salên 90’î de xelkê me qetil kirî dîsa derket holê

  • rojane
  • 15:29 30 Hezîran 2024
  • |
img

AMED - Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn bertek nîşanî êrişên li Amedê li dijî gel tên kirin da û wiha got: “Em dibînin ku zîhniyeta di salên 90’î de gelek mirovên me qetil kirî dîsa derdikeve holê. Îro jî bi rêbazeke din û di bin parastina dewletê de derketin holê.” 

 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê têkildarî êrişên komên HUDA-PAR’î yên di demên dawî de li bajar tên kirin, li pêşiya Edliyeya Amedê daxuyanî da. Hevserokên Giştî yên ÎHD’ê Eren Keskîn û Huseyîn Kuçukbalaban, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û gelek kes tev li bûn. 
 
Di daxuyaniyê de ji ewil Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban axivî. Kuçukbalaban, da zanîn ku di salên 90’î de navêndên cînayetên kiryarnediyar Amed û Êlih bûn û bal kişand ser êrişên di demên dawî de zêde dibin. Kuçukbalaban, êrişa li dijî dibistana dansê û ya li sîteya bihawîz bi bîr xist û wiha got: “Dixwazin tirsê belav bikin. Divê dewlet bala xwe bide ser zimanê ‘me bav û kalên we kuştine, hêj cihên gorên wan nediyarin, hûn bi kê re diaxivin.’ Hêj duh em beşdarî çalakiya 803’yemîn a xizmên windakiriyan bûn. Divê dewlet van kesan binçav bike û pirsên ‘We kî kuştiye?’, ‘Kê kuştine, hûn dizanin an na?’ û hwd. jê bikira. Em li vir bang li tevahiya rayedaran û wezîrên karên hundir û edaletê dikin ku peywira xwe bi cih bînin.” 
 
'DI BIN PARASTINA DEWLETÊ DE DERKETIN HOLÊ’ 
 
Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn jî anî ziman ku bawerî tiştekî şexsî ye û wiha got: “Divê her kes di mijara baweriyê de azad be. Lê em dibînin ku ev zîhniyeta ku di salên 90’î de gelek mirovên me qetil kirî dîsa derketiye holê. Îro bi rêbazeke din û di bin parastina dewletê de derketine holê. Bi ser dikana Burgerê de girtin, êrişî kesên dans dikirin kirin û birîndar kirin. Nehiştin jin bikevin hawzê. Ev kiryar nikarin me bitirsînin. Rêxistina me li gel wê ye ku her kes bi awayekî azad baweriya xwe bijî. Em bang li dewletê dikin; wiha nekin, me gelek êş kişand û em naxwazin hîn bêhtir êşan bikişînin.” 
 
'DIVÊ FAÎL BÊN GIRTIN’
 
Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Ercan Yilmaz jî got ku êrişên tên kirin zirarê didin aştî û jiyana hevpar a li bajar. Yilmaz, wiha domand: “Tevî bangawaziyan jî êriş nehatine bidawîkirin. Di salên 90'î de gelek rewşenbîr, parastvanên mafên mirovan, siyasetmedar û kesên sivîl di bin çavan de hatin windakirin û bûn qurbaniyên cînayetên kiryarnediyar. Xizmên windakiriyan û Dayikên Şemiyê her hefteyê li qadan aqûbeta xizmên xwe dipirsin û dixwazin faîl bên tespîtkirin û cezakirin. Mirovên hatin qetilkirin an jî bi darê zorê hatin windakirin, ne tenê ji hêla malbatên xwe ve, ji bo hemû kurdan û hemû kesên xwedî wijdan sembola şîneke nehatiye girtin in. Lewma jî em vê nêzikatiya ku tarîtiya salên 90’î bi bîr dixe û gefan dixwin, bi tu awayî qebûl nakin.” 
 
Yilmaz, xwest ku faîl bên girtin û lêpirsîneke bibandor were destpêkirin. 
 
'DÊ TÊKOŞÎNA ME YA JI BO AŞTIYÊ BIDOME’ 
 
Yilmaz, got ku êrişên roj bi roj zêde dibin weke mudaxileyeke eşkere ya li dijî azadiyan dibînin û got ku dê têkoşîna wan a ji bo avakirina aştiyê û pêşxistina jiyana hevpar bidome. 
 

Sernavên din

08/07/2024
13:36 Îdiayeke girîng: Di dema koronayê de xelkê Amedê weke ‘kobay’ hat bikaranîn!
12:52 Li gelek bajarên herêma Serhedê lehî rabûn
12:36 Hejmara hilbijêrên Herêma Kurdistanê hatin eşkerekirin
12:23 Ji bo Açik Radyoyê kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin
12:22 Di meşa li dijî desteserkirina îradeyê de roja dawî
11:43 Li Şirnexê ji bo heqê rê zem hate kirin
11:42 Li deriyê sînor heqê parkê û kişandinê hat bihakirin
11:40 Kurd li aliyekî artêşên cîhanê li aliyekî
11:22 Di navbera polîsan û ajokarekî de nîqaşa rêdayînê
11:05 Şêniyên gundê Bilexşê: Qiyamet li ser serê me rabû
10:26 Ehmed: Heke çareserî ji bo tevahiya Sûriyeyê be dê pêkan be
10:16 Wesayîtê li keriyê pez xist: Şivanî jiyana xwe ji dest da
10:10 Ji bo 13 bajaran hişyariya barîna baranê
09:48 Nivîskar Karadaş: Ji bo Îranê divê kes li benda guherînên bingehîn nemîne
09:47 HSD'ê bîlançoya 6 mehan a êrişên Tirkiyeyê eşkere kir
09:46 Rêveberiya Girtîgeha Kirşehîrê li 20 girtiyan ceza birî
09:12 Leşkeran bi ser mala Yildirim de girtin
09:08 Namzetê AKP’ê yê têkçûyî der barê şaredariyê de 30 doz vekirin
09:05 Koma Agirê Zerdeşt xebata xwe ya 28 salan dike albûm
09:03 Xelk ji ber bihabûnê bêzar bûye: Em nikarin hewcedariyên xwe bikirin
09:02 Odeya Bijîşkan a Amedê li dijî germê hişyariya parastinê kir
09:01 Dayik û bavên şagirtên Zarok Ma’yê: Zarokên me bi nirx û dîroka xwe mezin dibin
09:00 ROJEVA 8'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:20 Xwebûn bi manşeta ‘Dê dagirkerî têk biçe’ derket
07/07/2024
21:50 Li Mêrdînê desteserkirina îradeyê hat protestokirin
21:39 Nobeda li dijî qeyûm di roja 28'an de ye: Em ê bi paş ve gav neavêjin
21:29 'Meşa Rêzgirtinê' di roja 8'emîn de bi meşa meşaleyî temam bû
21:00 Li nêzî Girê Mirazan şewat derket
20:47 YEWKURD ava bû û xwe ji bo damezrandina komeleyê bi rêxistin dike
20:10 DEM Partiyê serdana cotkarên tûtinê kir
19:57 Li Milazgirê jinek ciwan bi lehiyê re çû û mir
19:34 Li Tetwanê MEDYA-DER hat damezrandin
19:21 Serokê nû yê TTB'ê diyar bû
19:07 Şandeyek serdana gundê Bilêxşê kir
18:55 Ji ber bombebarana Tirkiyeyê agir bi devera Rêkanyan ket
18:39 Şandeya jinên femînîst serdana Şaredariya Wanê kirin
18:36 CJP: Herî kêm 108 rojnamevan li Filistîn û Îsraîlê hatin kuştin
18:09 Îfadegirtina 14 binçavkiriyên li Êlihê dest pê kir
17:05 Polîs û bekçî li Mêrdînê tundiyê li welatiyekî kirin
16:51 Têkoşerê kurd Vedat Aydin hat bibîranîn |
16:08 Hatîmogûllari di ‘Meşa rêzgirtina ji îradeyê re’ de got: Rêzê ji bo hilbijêran bigirin
15:51 Li pêşiya girtîgehê çalakiya ‘azadiyê’ hat lidarxistin
15:21 Erdogan ji bo Esad got ‘dibe di carekê de em vexwînin’
14:36 Gelek leşker û wesayîtên zirxî sewqî Amediyeyê hatin kirin
14:08 Li Meletiyê tundiya mêr: 3 kes hatin kuştin
13:20 Rapor: Li qawîşa ji bo 28 kesan 40 kes tên ragirtin
12:47 Di bagera li Çînê de 5 kes mirin
11:19 Li Zapê ‘Meşa rêzgirtina ji îradeyê re’
11:10 JINNEWS’ê çeteleya tundiyê ya hezîranê parve kir: 37 jin hatin qetilkirin
10:41 Malbata jina bi awayekî guman mirî: Hevjînê wê tundî lê dikir, divê bê girtin
10:18 Weke polîtîkayeke dewletê êrişên li dijî cenaze û goristanan
10:01 Ji bo 8 bajaran hişyariya barînê hat kirin
09:52 Hejmar nû ya kovara Jinê derket
09:50 Bi rojaye di rê de ne: Dê meşa me bi serkeftinê tacîdar bibe
09:32 Qeyûman parkên Şaredariya Cizîrê jî dewr kirine
09:24 Parêzer Sumelî: Hinek girtiyên jehrî bûn nebirine nexweşxaneyê
09:05 Cerdevanên ku naxwazin tev li operasyonê bibin çekê datînin
09:04 Ji ber gefa sîstematîk a gardiyanan di greva birçîbûnê de ye
09:02 Ji bo qada parkê ya tehsîsî midûriyeta polîsan hat kirin biryara 'rawestandina rêvebirinê'
09:01 Terkexemiya geştiyaran Newala Qoriyê di nava gilêş de hiştiye
09:01 ROJEVA 7’Ê TÎREMAHA 2024’AN
06/07/2024
22:51 Di nobeda li dijî qeyûm de banga 'rêzê li vînê bigire'
20:09 'Meşa Rêzgirtina li Vînê' hefteyek li dû xwe hişt
19:46 Li Silopiyayê li dijî xespkirina vînê meş
19:16 DFG û MKG: Em ê her li dû heqîqetê bin
17:09 Jinên femînîst li Geverê ne: Em ji qeyûman re dibêjin na
16:23 Zaroka ku ji ber germa zêde kete avê xeniqî
16:08 Ji bo girtiyên nexweş Nebîoglû û Yildirim bang hate kirin
16:05 Onder di çalakiyan mexdûrên erdhejê de ye: Divê berpirsyar hesabê bidin
15:36 Faîlên Mîhyaz û Aslan hatin pirsîn
15:32 Konseya Bajêr a Amedê piştî 8 salan cara ewil civiya
15:04 Li Girêşiyê şewat derket
14:25 Tûncel: Weke jin divê em li dijî qeyûman rêyên têkoşînê ava bikin
14:15 Dayikên Şemiyê aqûbetên Aksoy û Cîngoz ên hatine windakirin pirsîn
12:18 Bayindir: Ev meş li dijî dagirkirina Kurdistanê ye
11:39 Prz. Temûr: Cezayên li rojnamegeran birîne ne hiqûqî ne lê siyasî ne
11:34 Dewleta tirk gundekî Dihokê topbaran kir: Gelek xaniyan zerar dît
11:19 Cîgirê Serokê Ocaxên Ulkuyan gef li rojnamevanan xwar
11:09 Meş di roja 7’emîn de ye: Bila kes ji qeyûman re bêdeng nebe
11:03 Malbatên windakiriyan Vedat Aydin bi bîr anîn: Em faîlan nas dikin
10:40 Penaberên Li Dîlokê: Em naxwazin bibin berxê nav devê gur
10:38 Li Bilêxşê dorpêç: Gundî li mizgeftê komkirin bi ser malan de digirin
10:23 Gel bertek nîşanî gotina nijadperest a stranbêj Benguyê da
10:13 Ji Mala Dengbêjan re eleqeyeke mezin
10:06 HDK’ê ji bo karkeran ‘Bernameya Dibistana Havînê’ da destpêkirin
09:45 Li Wanê bi hezaran kes serî li kursên şaredariyan dan
09:24 Biryara dadgehê: Seta pirtûkan a Abdullah Ocalan ne sûc e
09:23 Cotkar bifikar e: Min xanî û wesayît firot, dor hate troktorê!
09:22 Demîrhanê ku Hîlal Kar qetil kir 14 roj in nehatiye girtin
09:01 Meşvanên jin: Qeyûm, hedefgirtina destkeftiyên jinan e
09:00 6'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:40 Li Îranê di hilbijartinê de reformîst Pezeşkiyan bi ser ket
05/07/2024
22:20 'Meşa Rêzgirtina li Vînê' gihaşt Elbakê
21:17 Ji ber AKP'ê bang kirin: Dawî li bêhiqûqîtiyê bînin
19:05 Li ser rêya Xarpêt-Amedê du cenaze hatin dîtin
19:02 Ji ÎHD'ê ji bo penaberan banga 'dengderxistinê'
17:01 Di danişîna Gun de daxwaza girtina cerdevanan nehate qebûlkirin
16:00 ÎHD’ê bertek nîşanî êrişa nijadperest a li dijî penaberan da
15:17 Cerdevanên nexwestine biçin Efrînê îstîfa kirin
14:56 Sersariya dozger û cendirmeyan: Delîla di wesayîtê de hatiye hiştin kesekî jehrî kir