Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê: Ji destpêka salê heta niha 150 êriş li dijî hêzên me hatin kirin 2025-08-19 12:25:00 NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê aşkera kir ku DAIŞ’ê ji destpêka 2025’an heta niha nêzî 150 êriş li ser navendên leşkerî û ewlehiyê kirine û 6 endamên wan jiyana xwe ji dest dane.    Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Ebdulkerîm Iweyid Fendî El Iweyid têkildarî êrişên dawî yên DAIŞ’ê yên li ser Dêrazorê ji ANHA’yê re axivî. El Iweyd destnîşan kir ku ji destpêka salê ve şaneyên DAIŞ´ê bi rêbazên nû êrişî hêzên wan ên li gundewarên Dêrazorê dikin û di êrişan de noqteyên ewlehiyê, binesazî û sivîl hedef tên girtin.    El Iweyid, diyar kir ku DAIŞ ji tevliheviya piştî hilweşîna rejîmê sûd digire û û got: “Di van êrişan de taktîkên xwe guhertiye. Çeteyan zêde dike. DAIŞ’ê ji mijûlbûna me ya bi êrişên dewleta Tirk re sûd girt, xwe komî ser hev kir û êrişên xwe zêde kir. Herêma Dêrazorê berfireh û çolistan e. Li her du beravên çemê Firatê dexil heye. Lewma ji bo şaneyan, stargeh e û dikare serbest dûrî çavan tev bigere. Gelek aliyên ku ji herêmên din hatine û çem derbas kirine, êriş hêzên me dikin.”   OPERASYONA BERFIREH HAT LIDARXISTIN   Bi domdarî El Iweyid da zanîn ku di 14’ê Tebaxê dema komeke hêzên wan li Xiranîjê navendeke tenduristiyê diparast, rastî êrişa DAIŞ’iyan hatiye û ev tişt anî ziman: “Me gelek êrişkar girtin û lêpirsîn da destpêkirin. Me herêma çete ji wir êrişan dikin tespit kir. Piştre hêzên me operasyon kir û şer derket. Di êrişê de êrişkarek hate kuştin û 3 jî birîndar bûn. Roja din jî hêzên me tevî YPJ’ê operasyoneke berfireh li dar xist. Di wê operasyonê de me 4 hevalên xwe yên hatin revandin rizgar kir û 12 gumanbarên DAIŞ’ê jî girt. Her wiha gelek cebilxane hate desteserkirin.”   150 ÊRIŞ HATIN KIRIN   El Iweyid, da zanîn ku ji destpêka sala 2025’an heta niha tenê li herêma Dêrazorê 150 êrişên DAIŞ’ê li dijî hêzên wan çêbûne û axaftina xwe wiha qedand: “Meha bere 10 êriş kirin û 6 şervanên me şehîd bûn. Operasyonên me didomin. Di van operasyonan de gelek şane hatin tunekirin. Em ê nehêlin DAIŞ ji rewşa heyî sûdê bigire.”