Rojnameger Kaya: Li Sûriyeyê ji bo Tirkiyeyê tekane rê ew e ku dev ji dijminatiya Kurdan berde 2025-08-19 10:05:25 RIHA - Rojnameger Nîhat Kaya diyar kir ku Tirkiye hewl dide li ser HTŞ’ê li Sûriyeyê bibandor be û got: “Divê Tirkiye xwe ji dijminatiya li Kurdan rizgar bike. Nexwe dê li Sûriyeyê bi temamî li derveyî siyasete bimîne.”    Ji 8’ê Kanûna 2024’an roja rejîma Baasê hatiye hilweşandin heta niha li Sûriyeyê alozî didome. Di 10’ê Adarê de di navbera Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî û Serokê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê Ahmet El Şara de mitabeqeteke ji 8 xalan pêk tê hate mohrkirin. Ev mitabeqet jî nekete meriyete. Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) gelek caran bi daxuyaniyan bang li hikûmeta demkî kir ku xalên mitabeqetê cîbicî bike. Piştî mitabeqetê, li Şamê hevdîtinek hate kirin lê encamek jê derneket. Dihat payîn ku li Parîsê hevdîtin bên domandin lêbelê hikûmeta Şamê bi hinceta “Em amade nînin” ev civîn hate taloqkirin. Piştre jî rayedarên hikûmeta demkî ragihandin ku ew ê tev li hevdîtina li Parîsê nebin.    Di demekê ku çareserî pêşneketî, pevçûn didomin û li herêmên qeraxê û li herêma Siwêydayê komkujî tên kirin de Durziyan bang li HSD’ê kir. Rojnameger Nîhat Kaya ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixebite, têkildarî pêvajoyê û pêşniyarên çareseriyê axivî.    ‘NÊZIKATIYA ŞAMÊ JI ÇARESERIYÊ DÛR E’     Kaya, di serî de mitabeqetA 10’ê Adarê bi bîr xist û got ku HSD’ê bi awayekî însanî xwest pêşî li komkujiyên ser Elewiyan bigire. Kaya, wiha domand: “Qaşo ev rêveberî ji bo rizgarkirina Sûriyeyê, ji cîbicîkirina ewlehiyê hatiye avakirin. Lêbelê hêzên di bin kontrola wê de, mîna li Şengalê komkujiyan dikin. Ev yek ji bo Şamê dîmenekî baş nebû û deste wê zeîf kir. Komkujiyên li dijî Elewiyan nîşan da ku kontroleke tam a Şamê li ser hêzên wê nîne. Tevî van geşedanan jî Şamê egerên vê mitabeqetê bicih ne anî. Şandeyên hikûmeta demkî ji Rêveberiya Xweser re şandî ji lihevkirin û entegrasyonê dûr in. Şandeya wna got ‘bendavan teslîm bikin’, ‘HSD’ê fesix bikin’, ‘Sînor, petrolê teslîm bikin’ û hwd. Ev zext dikirin. Van zextan jî di nava mitabeqetê de cih nedigirt. Nêzikatiya giştî ya Şamê, ferzkirina pergalekî dîktayê ya nû ye ku li herêmê tê ferzkirin.”    ‘REJÎM HÊZA XWE JI TIRKIYEYÊ DIGIRE’    Bi domdarî Kaya, komkujiyên li herêmên qeraxê û li Siwêydayê hatine kirin bi bîr xist û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bêdengiya hêzên navneteweyî hêz da rejîma Şamê. Bi taybet jî Şam ji têkiliyên Tirkiyeyê hêz digire. Piştî daxuyaniya Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, şêweyê hevdîtinan a di navbera HSD û Şamê yên li Parîsê guherîn. Ev xisûseke girîng e. Di serî de Hakan Fîdan, bandoreke mezin a Tirkiyeyê heye ku ev hikûmet bidome. Heta di dema hevdîtinên bi Rêveberiya Xweser re de navber tê dayin û di wê navberê de şandeya Şamê li Konsolosxaneya Tirkiyeyê diğere, nêrînan parve dike û piştre di carekê de rewşa hevdîtinê diguhere. Îdiayên bi vî rengî hene. Îdiayek heye ku avahiyeke aydê Tirkiyeyê li cem avahiya hikûmeta Colanî tê de dimîne heye, di wir de endamên MÎT’ê dimînin, hemû biryar û hevdîtin bêyî erêkirina wan nakevin meriyetê.”    ‘TIRKIYE JI HEVDÎTINAN ACIZ E’     Kaya, got ku Tirkiyeyê bi tu awayî di hevdîtinên dihat plankirin li Parîsê bên lidarxistin de cih nedigirt û veguhestina hevdîtinan a li Parîsê rewşa hevdîtinan jî guherandiye û wiha pê de çû: “Dihat xwestin ku Tirkiye li derveyî hevdîtinan were giritn. Vê jî Tirkiye gelek aciz kir û mudaxile kir. Têkiliyên kûrewî diguherin û hevkêşeyên nû ava dibin ku ev jî dê bandorê li siyaseta derve ya Tirkiyeyê bikin. Tirkiye îro ji Mazlum Ebdî û HSD’ê re dibêje ‘terorîst.’ Lêbelê siyaseta cîhanê dixwaze bi wan re têkiliyan pêş bixe. Mazlum Ebdî muxatab digirin. Dibe ku sibe ji bo HSD’ê jî argumanên cuda pêş bikevin. Divê Tirkiye bizane ku êdî nema dikare bi argumanên berê siyaseta xwe bidomîne. Têkiliyên cuda û nakok derketin holê. Tirkiye hêj gotinên bere dike, gavekî naavêje û xwe ji fobiya Kurd rizgar nake. Ji ewil got ‘Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê’ û li ser wan polîtîkayek pêş xist. Niha jî HTŞ’ê hembêz dike. Li gorî nêrîna min, pêşeroja HTŞ’ê gelek ronî nîne. Ji ber ku nikare hêzên di bin sîwana xwe de kontrol bike. Sibe dusibe dê di navbera wan de şerê navxweyî derkeve.”    'JI DEMÊ RE VEDIHÊLE’    Kaya, anî ziman ku pêvajoyeke bi demê re hatiye vehêlandin dê ji bo pêşeroja Sûriyeyê gelek nebaş be û axaftina xwe wiha qedand: “Em dibînin ku niha pêvajoyeke ji demê re hatiye vehêlandin heye. Ev yek, nakokiyên navxweyî yên Sûriyeyê jî derdixe holê. Roj bi roj HTŞ û Colanî serweriya xwe ya li ser Şamê winda dikin. Lewma piştevaniya navneteweyî roj bi roj kêm dibe. Welatên din xwestin kontrolê bixin deste HTŞ’ê û siyaseta Sûriyeyê ji Tirkiyeyê rizgar bikin. Plan ew bû ku zêdetir siyaseta wê bixin bin kontrola Erebistana Siûdî û hêzên din ên hegemon. Ev jî dihat wê wateyê ku Tirkiye di siyaseta Sûriyeyê de li derve were hiştin. Divê Tirkiye ji gotinên 100 sal berê û ji fobiya Kurd rizgar bibe. Nexwe di siyaseta Sûriyeyê de dê bi temamî li derve were hiştin. Tekane rêya ku xwe bikare di siyaseta Sûriyeyê de bigire ew e ku zêdetir li ser Kurdan siyasetê bike. Li hêla din rewşa navxweyî ya Sûriyeyê heye. Sûriye, kozmopolît e. Gelek nasname lê dijîn. Ev rewş jî, herêmên Rêveberiya Xweser jî di nav de, hewcehî bi avadaniyeke hemû derdorên cuda di nav xwe de dihewîne dike. Lêbelê HTŞ’î berevajiya vê dikin. HTŞ dixwaze pergalekî her tiştekî dixe bin kontrola xwe ava bike û vê ferz dike. Ev jî ne li gorî ruhê Sûriyeyê ye. Rêveberiya Xweser eşîr kom kiribû û pê re konferans li dar xistibû. Her wiha eşîrên li deverên din ên Sûriyeyê jî tev li konferansê bûn û piştgirî dan. HTŞ’ê jî ev kir hincet û xwe ji hevdîtinên Parîsê vekişand. Ev jî nîşan dide ku HTŞ, Rêveberiya Xweser ji bo xwe weke xetereyê dibine. HTŞ nikare vê pêvajoyê birêve bibe. Lewma jî pêvajo dirêj dibe. Her ku pêvajo dirêj dibe jî rengê HTŞ’ê zelaltir dibe. Li gorî min ev jî dê li Sûriyeyê bi xwe re rêxistinên nû û rêveberiyên nû bîne.”    MA / Ceylan Şahînlî