Îsraîlê li Xezeyê 18 kes kuşt 2025-08-17 15:39:39 NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Parastina Sivîl a Xezeyê ragihand ku di êrişên hewayî yên Îsraîlê yên li dijî Xezeyê de 18 kesan jiyana xwe ji dest dane.    Êrişên Îsraîlê yên li ser Şirîda Xezeyê berdewam in. Berdevkê Teşkîlata Parastina Sivîl a Xezeyê Mahmûd Bassal ji AFP’ê re axivî û diyar kir ku di êrişa bi dronan a li ser Nexweşxaneya El-Maamadani ya li bajarê Xezeyê de 18 kes hatine kuştin ku ji wan 7 jê Filistînî ne.    Şahidan jî diyar kirin ku ev kes endamên “Yekîneya Sahm”ê ya Hamasê ne. Li gorî çavkaniyan ev yekîne ji sedan dilxwazan pêk tê ku alîkariyê belav dikin, erkdar in ku talanan asteng bikin. Artêşa Îsraîlê têkildarî êrişan daxuyanî neda.   Di tevahiya şevê û saetên siharê de herêmên cur be cur ên Xezeyê di bin bombebarana dijwar de ma. Bi taybetî li Taxa Zeytun û herêma Tel el-Hava ev hefteyeke operasyonên bejahî didomin û ev yek dibe sedemê windahiyên giran.   Bassal, ragihand ku jin û zarok jî di nav de gelek sivîl mirin û birîndar bûn. Her wiha got ku tîmên parastina sivîl ji ber bombebarana dijwar û kêmahiya ekîpmanan ji bo xwe gihandina mirovên di bin kavilan de zehmetiyê dikişînin.    Artêşa Îsraîlê dibêje ku armanca wan ew e ku bajarê Xeze û kampên koçberan ên li derdorê bixe bin kontrolê, Hamasê têk bibe û dîlgirtiyên ku 7’ê Cotmeha 2023’yan hatine revandin rizgar bike.