ÎHD: Li Êlihê mafê tenduristî û jiyanê ya girtiyan tê binpêkirin 2025-08-14 14:18:23   ÊLIH – Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê diyar kir ku li Girtîgeha Êlihê, Girtîgeha Tîpa T a Êlihê û Girtîgeha Tîpa L a  Vekirî ya Êlihê ji ber qutkirin û ava nebaş mafê jiyanê yê girtiyan tê binpêkirin û xwest der barê berpirsan de lêpirsîn bê vekirin.   Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Şaxa Êlihê piştî serdana girtîgeha li navçeya Qûbînê rapor amade kir û rapor aşkera kir. Têkildarî raporê li avahiya komeleyê daxuyanî hat dayîn û Hevberdevkê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê Zana Yucel Bozkurt diyar kir ku li Girtîgeha Êlihê, Girtîgeha Tîpa T a Êlihê û Girtîgeha Tîpa L a  Vekirî ya Êlihê mafên girtiyan ên jiyan û tenduristiyê tên binpêkirin.   Bozkûrt diyar kir ku ev mehek e têkildarî girtîgehan gilî  tên kirin û wiha axivî: "Ava şebekeyê rojê tenê ji 30 deqeyan heta 2 saetan tê dayîn, tevahiya rojê tê qutkirin. Di germa havînê de girtî ji serşok, tiwalet û tesîsên hîjyenê yên şexsî bêpar in. Ji ber paqijiya li qadên hevpar, bêhnên xirab tên û qadên jiyanê rîska nexweşiyên enfeksiyonê derdixîne holê. Qalîteya ava şebekeyê netendurist e; girtî neçar mane vê avê bi kar bînin, bûyerên îshal, vereşîn, bêzarî û serêşî pir belav bûne. Herî kêm 40 girtî rakirine nexweşxaneyê, lê belê doktorên revîrê gelek girtî sewqî nexweşxaneyê nekirine, pêvajoya tedawiyê dereng xistine."   Bozkûrt da zanîn ku girtî di bin kontrola dewletê de ne û divê dewlet berpirsyariya xwe bîne cih. Bozkûrt daxwazên girtiyan wiha rêz kir;   * Divê demildest qutkirina avê bi dawî bibe,    * Divê bê navber ava paqij û ava ku pêwîstiyên xwe bi cih bînin bê dayîn,    * Divê hemû girtiyên pirsgirêka avê nexweş ketine bi lezgînî sewqî nexweşxaneyê bên kirin,    * Divê şert û mercên paqijiyê yên girtîgehê bi lezgînî bên başkirin,     * Divê kalîteya ava vexwarinê ji aliyê laboratuara serbixwe ve bê ceribandin û encam bi raya giştî re bên parvekirin   * Divê li hemberî rayedarên ev maf benpê kirine lêpirsînên îdarî û edlî bên destpêkirin,    * Divê hemû astengiyên li pêş ketina komîteyên şopandinê yên serbixwe li girtîgehan bên rakirin."