Hevberdevka HDK’ê: Divê ‘mafê hêviyê’ bê cîbicîkirin 2025-08-05 16:00:21 ENQERE - Hevberdevka HDK’ê Meral Daniş Beştaş di civîna komîsyona li Meclisê de axivî, bal kişand ser biryara DMME’yê ya têkildarî Abdullah Ocalan û got: “Cîbicîkirina mafê hêviyê, di heman demê de mecburiyeteke cîbicîkirina hiqûqê ye.”    Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Wekîla Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Meral Daniş Beştaş, di civîna komîsyona ji bo pêvajoyê li Meclisê hatiye avakirin de axivî.    Meral Daniş Beştaşê, avakirina komîsyonê weke gaveke “dîrokî” nirxand û got: “Dikare bibe gava destpêkê ya veguherîna pergala antîdemokratîk ku encama poLîtîkaya înkarê ya sedsalî ye. Çareseriya meseleya Kurd di heman demê de ji bo hemû hemwelatiyan dê rejîmeke hiqûqê ya demokratîk bi xwe re bîne. Li gorî me yek ji peywirên vê komîsyonê ew e ku ji bo cîbicîkirina mewzûatên heyî îradeyê nîşan bide. Ji ber ku em ê pêşniyarên guhertina yasayî bikin. Lê ji bo cîbicîkirina yasa û destûra bingehîn a heyî peywireke me ya girîng heye. Weke mînak; AYM niha biryarên DMME’yê bicih nayîne.    BILA BIRYARA MAFÊ HÊVIYÊ BÊ CÎBICÎKIRIN    Em dixwazin komîsyon di vê mijarê de înîsiyatîfê li xwe bigire û îradeyê raber bike. Em niha bi derfet û berpirsyartiyên dîrokî re rû bi rû ne. Birêz Ocalan ji bo ev pêvajo bi ser keve tişta ji dest tê dike. Ji bo mercên wî yên tenduristî, ewlehî û azadiyê gelek caran daxwaz hate kirin. Xebatên di vê derbarê de dê bidomin lê dixwazin balê bikişînim ser mafê hêviyê. DMME’yê di 18’ê Adara 2014’an de ji bo Abdullah Ocalan biryar da. Cîbicîkirina mafê hêviyê, pêwîstiyeke cîbicîkirina hiqûqê ye.    BIDAWÎKIRINA SEPANA QEYÛM     Yek ji meseleyên din jî sepanên qeyûm e. Ev bû sê serdem qeyûm li şaredariyên me tên tayînkirin. Yek ji hêmaya sereke ya rêya çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û avkirina civaka demokratîk jî, rêzgirtina li îradeya gel û bidawîkirina sepana qeyûm e. Wekî birêz Ocalan jî di pêvajoya çareseriyê de gotibû; hiqûqa ji bo Kurdan dikeve meriyetê dê deriyên demokrasiyê ji bo gelên Tirkiyeyê veke.    BERPIRSYARTIYA ME TEVAN E    Ev komîsyon ne tenê platforma diyalogê ye, hêvîdarin bibe zemîna avêtina gavên şênber û avakirina zemîna çareseriyê. Avakirina pêşerojeke aştiyane, adilane û demokratîk, berpirsyartiya tevahiya gelên Tirkiyeyê ye. Divê em li gorî vê berpirsyartiyê bixebitin.    DIVÊ EM ZIMANEKÎ NÛ AVA BIKIN    Meseleya aîdiyetê, bi entegrasyona demokratîk pêkan e. Bi parçebûn û teslîmbûnê nabe. Entegrasyona demokratîk tê wê wateyê ku her tişt were parastin û wisa entegre bibe. Anku bi parastina ziman, nasname û çandê dibe. Her wiha divê tu derdorên civakî derveyî vê komîsyonê neyên hiştin. Yek jî mijara herî girîng, avakirina zimanekî nû ye. Divê em zimanekî rêzgir ava bikin.”