Li Colemêrg di bin parastina leşkeran de talana xwezayê 2025-05-21 09:03:23   COLEMÊRG - Xebatên madenê yên li Colemêrg didomin û bandorek neyînî li çavkaniyên avê, çandinî û sewalvaniyê dike. Endamê AKP'ê Îsmet Olmez di bin hinceta "ewlehiyê" de li herêmên qedexe xwezayê wêran dike.    Li ser sînorê Îranê û Herêma Federal a Kurdistanê û Colemêrg demeke dirêj e bûye hedefa şîrketên madenê. Bi taybetî di dema AKP'ê de xebatên madenê yên li bajêr gelekî zêde bûne. Ji ber ku qadên jiyanê yên ji bo zindiyan yek bi yek tên tinekirin, şîrketa ku van xebatên madenê dimeşîne yek jî jê endamê AKP'ê Îsmît Olmez e. Olmez ku di hilbijartinên herêmî yên dawî de li navenda bajêr ji AKP'ê bû namzetê hevşaredariyê, ji destpêka salên 2000'î û vir ve li qadên cuda madenê derdixe. Fîrmaya Madenê ya Meskan heta roja îro zerareke cidî da xwezaya bajêr. Di nava herêmên ku xebatên madenê lê balê dikişîne de gundên Marûnis û Çemka jî hene.   161 RUHSATÊN MADENÊ    Li ser pêşniyar pirsa ku parlamentera HDP'ê ya Colemêrg Oznur Bartin pêşkêş kir, Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî diyar kir ku li tevahiya bajêr 161 ruhsatên madenê hene.    Hate parvekirin ku ji van ruhsatan 127 jê ji bo keşfê ne, 34 jî ji bo xebatê ne. Wezaretê her wiha destnîşan kir ku ji 161 ruhsatên madenê yên heyî tenê 21 jê xwedî destûra xebitandinê ne. Lê belê herî kêm 39 şîrketên madenê li qadê bi rengekî çalak dixebitin.   TALANA XWEZAYÊ   Şîrketên ji madenên mîna Çînko, sifir, zêr û kromê sûdê werdigirin. Çopên madenê bi giştî li çavkaniyên avê yên bajêr tên avêtin. Li herêmên ku xebatên madenê lê tên kirin, qadên daristanî tên tinekirin, çandinî û sewalkarî jî bandorek neyînî lê dike. Her wiha herêmên çiyayî jî ji ber tunelên ku vebûne tên wêrankirin.   LI QADÊN QEDEXEKIRÎ XEBAT    Ketina herêmên ku cihên madenê lê hene qedexe ye. Herêmên ku bi giştî bi hinceta "ewlekariyê" hatine qedexekirin, ji aliyê leşkeran ve tên parastin. Rojnamevan û kesên ji sektorên cuda, ketina wan a herêmê tê astengkirin.    BERXWEDANÊ ENCAM DA    Di salên dawî de bertekên li dijî xebatên madenê zêde bûn. Niştecihên Marunisê demek berî demekê çalakiya nobetê ya 50 rojî dan destpêkirin. Doza li ser betalkirina destûra madenê ji aliyê gundiyan ve hat vekirin, dewam dike. Dadgeha Îdareyê ya Hejmar 5 a Wanê biryara "rawestandinê" da. Daxwaza betalkirina destûrnameyê wê di qonaxên piştre de bê nirxandin.