Ji Hakî Karer hîn bû ku Kurd e 2025-05-17 10:48:11 DÎLOK - 48 sal di ser kuştina Hakî Karer re derbas bûye jî hê jî bandora wî li Dîlokê tê hîskirin. Hevalê wî yê têkoşînê Mustafa Kaplan diyar kir ku ji Hakiyê ji herêma Behra Reş hîn bûye ku Kurd e. Di ser kuştina Hakî Karer ku yek ji kesayetên pêşeng ên tevgera Kurd e re 48 sal derbas bûn. Karer di 18 'ê Gulana 1977'an de li Dîlokê ji aliyê kesê bi navê Alaattîn Kapan ve hat qetilkirin. Karer ku yek ji kesayetên pêşeng ên PKK'ê bû, di sala 1950 de li navçeya Ordû-Ûlûbey a herêma Derya Reş ji dayik bû. Li Zanîngeha Enqereyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Li Êlih û Dîlokê di nava çîna karker de têkoşîn organîze kir. Mûstafa Kaplan (70) ku di dema çalakiyên xwe yên demdirêj ên li Dîlokê de Karer nas kir, hevrêyê xwe vegot.   'KESEK CUDA BÛ'    Kaplan da zanîn ku dema li Lîseya Îsmetpaşa dixwend Haki Karer nas kiriye û got, "Wê demê ez bi qasî 18 salî bûm. Dibistana Îsmet Paşa dibistanek cûda bû. Wê demê gelek heval dihatin û diçûn dibistana me. Di navbera salên 1976-1977'an de bû."    Kaplan diyar kir ku Karer ji her kesî cudatir e û wiha axivî: "Rêbaza wî ya rûniştinê, sekin, şêweyê xwe yê xîtabkirina mirovan; bi her awayî hevalekî gelekî dilnizm bû. Wê demê min meraq dikir ku ew kî ye, lewma min ji kesên li cem xwe pirsî 'kî ye' û got ku ew zêde naşibe me. Hevalên min piştre gotin navê wî Hakî Karer e. Hakî wê di nava rojê de bigeriya û bi şev bihata. Ew dê li mala me ya xwendekar bima. Di dawiyê de bi me re dest bi sohbetê kir. Di wan sohbetan de dest bi axaftina li ser tiştên cuda kir. Ev sohbet ji yên ku me heta wê rojê bihîstibûn gelekî cuda bûn. Rojekê hat û got, 'Mûstafa tu Kurd î'. Min jê pirsî , 'Hakî , kurdbûn tê çi wateyê?' Dûre careke din ji min re got, 'Tu Kurd î, Kurd gel e û xwedî avaniya xwe ya civakî, kevneşopiyên xwe ye'. Helbet, destpêkê, ev ji bo me ecêb xuya dikir. Min zêde siyaset jî nedizanî, lê tiştên cuda digot. Ez ji kesekî ji Derya Reş hîn bûm ku ez Kurd im.”   Kaplan da zanîn ku wî dîroka xwe bi gotinên Karer kifş kiriye û got, "Mirov, xwendekar meraq dikirin. Hakî û Kemal (Pîr) dihatin û tiştekî digotin. Xalê min wê bihata îşaret bikira û bigota, 'Ew mirovekî gelekî cuda ye; tu diaxivî, ew her tim li te guhdarî dike'. Ev têkiliyên germ û hestyarî heta 18'ê Gulana 1977'an dewam kir. Ez wê rojê li gund bûm. Hevalek hat û got, 'Hakî kuştin'."   MERASÎMA CENAZEYÊ HAKΠ   Kaplan wiha behsa wan rojan kir: "Me Hakî li ser sedyeyê dît. Hemû heval difikirîn ku çi bikin. Xwîn ji Hakî diçû. Dewletê tiştek nedikir. Piştî demekê me xebera mirina Hakî girt. Li derve girseyeke mezin hebû. Nexweşxaneya ku Hakî lê bû, li kolana Hurriyetê bû. Kolan tijî bû. Rêjeyeke gelekî zêde hebû, lê kesî nikarîbû xwe nêzî nexweşxaneyê bikira. Kemal berê xwe da min û got, 'Mûstafa, Hakî jiyana xwe ji dest da. Divê em wî defin bikin'. Di rewşeke wiha de heval ji bo ku pêşî li provakasyon bigirin bihîstiyar tevgeriyan. Piştre biryar hat dayîn ku cenazeyê Hakî bibin Ordûyê. Kemal got, 'Polîs nahêlin em tevlî merasîma cenaze bibin û cenaze bigirin. Divê em bi paralelî polîsan biçin wê cenaze'. Wesayiteke me hebû, lê teker nebaş bûn. Me 4 kesan polîs şopand. Ez, Kemal, Huseyîn Atîlla û Halîl Çavgûn. Li Osmaniyeyê lastîkên me teqiyan û me jî li Sûngûrlû ya Çorumê qeza kir. Ew roj em beşdarî merasîma cenaze nebûn. Salek piştre di salvegera wefatê de em çûn ser gora wî.”   AZADÎ Û SERXWEBÛN   Kaplan anî ziman ku zîrektî û sekna pratîkî ya Hakî Karer bandorek kûr li her kesên pê re têkiliyê datîne dikir, bandora Karer a li bajêr hînê dewam dike û wiha got: “Malbata Karer li ser kevirê gora Hakî gotina 'Ti tişt ji azadî û serxwebûnê hêjatir nîne' nivîsandiye. Piştî mirina Hakî Karer gelek kesan navê Hakî li zarokên xwe kirin. Vegotina Hakî pir zehmet e. Wî di dilê gelê Dîlokê de cih digirt û kedkar bû. Wê weke karkerekî dixebitî û pereyê xwe qezenc dikir. Mirov nikare ji kesên Hakî xistin re bibêje mirov.”   MA / Ceylan Şahînlî