Erdogan: Pêvajoya li pêşiya me dê hêsan nebe 2025-05-08 13:32:13   ENQERE - Serokkomar Tayyîp Erdogan têkildarî pêvajoyê axivî û got: “PKK dê çekan deyne, piştre dê pêvajoyeke nû, serdemeke nû ji bo me tevan dest pê bike. Pêvajoya li pêşiya me dê hêsan nebe.”   Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan li navenda giştî ya partiya xwe bi hinek wezîr û wekîlan re civiya. Erdogan di civînê de axivî û bal kişand ser nîqaşên têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd. Erdogan, xwest her kes hesas nêz bibe û got: “Hemû astengî hatine rakirin û divê ev pêvajo baş were birêvebirin. Îro heta sibe dê PKK çekan berde û rêxistinê fesih bike. Piştre jî pêvajo û serdemeke nû li pêşiya me ye. Dê peywireke mezin bikeve ser milê siyasetê.”    BANGA AMADEKARIYAN KIR    Erdogan, ji bo pêvajo baş were birêvebirin hişyarî kir û got: “Dibe ku hin kes hewl bidin ji hêla siyasî ve ji vê sûd bigirin lê divê em li dijî vê jî hazir bin. Pêvajoyeke hêsan li benda me nîne. Di vê mijarê de ez ji we bawerim.”